Li Wanê mirina biguman a zarokekî 2024-01-20 17:25:19   WAN - V.T. yê 12 salî piştî ku ji mala xwe ya li navçeya Rêya Armûşê derket agahî jê nehate girtin. V.T. bi awayekî biguman mirî hate dîtin.    V.T. yê 12 salî piştî duh dora danê nîvro ji mala xwe ya li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê derket, agahî jê nehate wergirtin. V.T. îro bi awayekî biguman mirî hate dîtin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespîtkirin ku V.T. jiyana xwe ji dest daye. Cenaze ji bo pêş otopsiyê sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Dursun Odabaşi hate kirin. Malbata ku piştî kirariyên otopsiyê cenaze zarokê xwe teslîm girt, li goristana taxê veşart.