Nobeta Edaletê ya li Wanê 47 roj in didome 2024-01-20 15:05:56     WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 47'an de dewam dike. Di nobedê de gotinên Meral Akşener hatin şermezar kirin û wiha hat gotin: "Ev gotin îtirafkirina sûc e."   Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li Wanê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê ve hatî destpêkirin di roja 477an de berdewam dike. Li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajêr çalakî tê lidarxistin.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan (DEM Partî) a Tuşba, Rêxistina DBP'ê ya Artemetê, namzetên hevşaredariyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî îro serdana çalakiyê kirin.    Di çalakiyê de Fatma Balkan axivî û got: "Em îro ji bo berxwedêran li vir in. Di serî de ji bo Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî li vir in. Heke Gelê Kurd li dijî tecrîde bibin yek dê vê demê tecrîd têk biçe."   Hevserokê DBP'ê ya Artemêtê Şemsettîn Tamur axivî û bertek nîşanî gotinên Seroka Giştî ÎYÎ Partiyê Meral Akşener da û wiha axivî: "Gotinên Meralê îtîrafkirina sûc e û em bang li rayedarên dewletê û darazê dikin ku bila wezîfeyên xwe pêk bînin."