Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ 55 roj in didome 2024-01-20 10:46:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dane destpêkirin di roja 55'emîn de didome.   Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Ji 3 salî zêdetir e agahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek hat destpêkirin.    Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rêze çalakî ji bo piştevaniya bi pêngavê re hatin destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Dû re jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê Nobedên Edaletê hatin destpêkirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.