ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-20 09:00:00     *Bajarê Bursayê 20 sal in ji aliyê AKP’ê ve tê birêvebirin. Welatiyên Bursayê li dijî polîtîkayên rantê bi bertek in û dibêjin ‘beriya her tiştî divê pergal biguhere.’ DÎMEN HEYE   * Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Raziye Ozturk diyar kir ku di 2023’yan de bi giştî 169 serlêdan kirine û hemû bê bersiv mane di 12’yê Çile de bi 14 rêxistinên maf û hiqûqê re serî li CPT’ê dane û got: “Gel azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de dimînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê girtîgeha Grava Îmraliyê ji holê bê rakirin.” BI DÎMEN    *Hacer Miho ya Efrînî di salvegera 6'emîn a destpêkirina êrîşên li ser Efrînê da zanîn welatiyên li Efrînê bi îradeya xwe ya mezin berxwedana xwe ya li dijî tanq, top û balafiran nîşan dane û wiha got:"Em bi carekê bê vîn, hêvî û hêz namînin. Em ê her tim ji bo vegera Efrînek azad têkoşîna xwe bidomînin. BI DÎMEN