19 jinên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-01-19 19:39:00   STENBOL - Di 16’ê Çile de di serdegirtina malan de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 19 jin hatibûn binçavkirin û ji aliyê 2’emîn DAdgeriya Ceza Sulh  ve bi şerta kontrola edlî hatin berdan.   Di 16’ê Çile de li Amed, Stenbol, Edene, Dîlok  û tevahî li 28 bajaran di saetên sibehê de bi ser malan de hag girtin û di nav de çalakgerên Nobeta Edaletê, Dayikên Aştiyê, endamên DEM Partî, aktîvîstên TJA’yê, hunermendên NÇM’ê jî hebûn gelek jin hatin binçavkirin.    Ji aliyê Duyemîn Dadgeriya Ceza Sulhê ve bi şerta kontrola edlî 19 jinên hatibûn binçavkirin hatin berdan.