Li Sakaryayê polîs jin û zarokek qetil kir 2024-01-19 17:50:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sakaryayê Îlker Tarik Unal yê peywira komîseriyê dikir, Nesrîn Unal ya pê re di asta destberdanê de bû û keça wê qetil kir, dayika xwe  jî birîndar kir.   Li taxa Kemalpaşa a Serdîvan a Sakaryayê Îlker Tarik Unal yê li Midûriyeta Emniyeta Geyve komîserî dikir, xwest bi Nesrîn Unal yê pê re di asta destberdanê de bû hevdîtinê bike. Îlker Tarik Unal di hevdîtinê de gule berda Nesrîn Unal, keça wê Ayşegul  Oguz û dayika xwe. Gumanbar piştre bi heman çekê întîxar kir.   Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Ayşegul Oguz û Nesrîn Unal jiyana xwe ji dest dane.  Dayika Tarik rakirin nexweşxanê û hat hînbûn ku rewşa wê başe.