Ji nobeda Mêrdînê peyama 'Dema serok azad bibe em ê jî azad bibin' 2024-01-19 16:55:50     MÊRDÎN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Mêrdîne ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê didome. Di çalakiya îro de  Dayika Aştiyê Sûltan Acibuca axivî û got: "Ev 25 sal in em li pey aştiyê ne. Êdî bes e. Bila Serokê me azad bibe. Dema serokê me azad bû em jî dê azad bibin."   Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.     Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê hatiye destpêkirin jî bi serdanên welatiyan berdewam kir. Çalakvanan daxwazên xwe dîsa dubare kirin.   Ji çalakvanan Dayika Aştiyê Sûltan Acibuca diyar kir ku daxwaza wan tenê rakirina tecrîdê nîne û ew azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin. Sûltan wiha got: “Ev 25 sal in em li pey aştiyê ne. Êdî bes e. Bila Serokê me azad bibe. Dema serokê me azad bû em jî dê azad bibin. Dê tirk jî kurd jî azad bibin. Dê şer nebe. Bi sala ye em bang li dayikên tirk dikin. Bila destê me li hewa nehêlin. Zarokên me çima dimirin? Kurdan xaka tu kesî dagir nekiriye. Li Efrînê heta şaxên zeytûnan jî dibirin. Her darek ji bo caneke. Dema wan dibirin, canê me jî diêjeşe. Weke ku destê me bibirin. Ne tenê li dijî me, serokê me û gerîla, her wiha li dijî darên me jî şer dikin. Em dixwazin serokê me tavilê azad bibe. Em daxwaza girtiyan dixwazin. Zarokên me hatine girtin û dibin cihên herî dûr. Em nikarin bibînin jî. Çi tiştekî zalimane hebe tevekan dikin. Em dixwazin girtî azad bibin. Beriya her tiştekî em daxwaza azadiya Serokê xwe dikin.”