Nobeta Edaletê ya li Edeneyê di roja 47'an de dewam kir 2024-01-19 16:53:45     EDENE - Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 47’an de berdewam dike.    Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 47’an de berdewam dike. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyên Edeneyê îro serdana çalakvanan kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Çalakvanan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyan kirin.