‘Em ê bi ser bikevin’ 2024-01-19 15:56:13       STENBOL - Di Nobeta Edaletê ya Stenbolê de peyama "Em ê bi ser bikevin" hat dayin.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Mêrdîn Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.     Li Stenbolê bi peşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) nobed hat destpêkirin. Nobet 38 roj in didome. Çalakî îro li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Sancaktepe berdewam kir. Rêxistinên DEM Partiyê yên Ataşehir û Kartalê, rêveberên MATUHAYDER'ê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên ANYAKAY-DER'ê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û xizmên girtiyan serdana çalakiyê kirin.     Xizmên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin, pankartên bi kurdî û tirkî, "Em ji bo avakirina jiyana azad tecrîdê bişkînin. bibin dengê girtîgehan" û "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin" li cihê çalakiyê hatin daliqandin. Di çalakiya nobetê de gelek caran li salonê dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   'Wê dagirker winda bikin'   Di Nobeta Edaletê ya gelek kes tên serdana wê de welatiyan serhildana Abdullah Ocalan û girtiyan silav kirin û peyama "Wê dagirker winda bikin. Em ê bi ser bikevin" dan.