19'ê Çileya 2009'an: Pergala hevgerînendetiyê hat destpêkirin 2024-01-19 09:01:31     Cara yekê ji bo Rojnameya Gunluk a ku di salvegera qetilkirina Hrant Dînk de dest bi wêşanê kir, pergala hevgerînendetiya weşanê hat destpêkirin. Fîlîz Koçalî û Ayhan Bîlgen bûn hevgerînedeyên rojnameyê.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1919: Bi derketina qanûna Elman - Weîmar re jinan bi awayê wekhev mafê perwerdebûnê, xebatê bi dest xistin û bûn xwedî mûçeyekî wekhev.    1926: Pîlota Îtalî ya yekemîn a Formula 1'ê Marîa Tersa de Fîlîppîs ji dayik bû.   1940: Serokwezîra yekem a jin A Gravên Foroe û berdevka parlamentoyê ya yekemîn, siyasetmedara sosyalîst Marîta Petersen ji dayik bû. Gravên Faroe di orta Norveç û Îzlandayê de cih digirin.  Dewleteke xweser ku beşeke Qraliyeta Danîmarkayê ye, lê di warê parastina leşkerî, polîs, edalet, per û têkiliyên derve de girêdayî Danîmarkayê ye.   1943: Janis Joplin a wekî yek ji vokalîstên jin a herî bi bandor dihat qebûlkirin di 19'ê Çileya 1943'yan de ji dayik bû. Janis bû stêrka mîhrîcana Woodstock.   1966: Îndra Gandhî bû 1'emîn Serokwezra jin a Hindistanê.   1979: Antropologa Feminîst Margaret Mead xelata 'Serokatî û Azadiyê' girt. Margaret di 1901'ê de hat dinê û di 1978'an de jiyana xwe ji dest da.   2012: Dayikên Aştiyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amedê ji bo sê rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin. Piştî destpêkirina greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîdê hat destpêkirin birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê çû Îmraliyê, lê Abdullah Ocalan got, "pêvajoya hesas e" û derneketibû hevdîtinê.    2018: 'Trambusa Pembe' ya li Bursayê ket meriyetê bi berteka jinan dawiyê hat rakirin. Li gelek bajarî destdirêjî wekî hincet hat nîşandan û hat xwestin jin li dereveyî civakê bê hiştin û sepandina teqsiyên pembe hatibû rojevê.