Li Kerkûkê aktîvîstek jin hat qetilkirin 2024-01-18 20:39:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê  Kerkûk a Herêma Federal a Kurdistanê, aktîvîst Firyal Suleyman Xalid ya ji Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çibû wir, di enama suîkastekê de hat qetilkirin.    Li bajarê Kerkuk a herêma federal a Kurdistanê li hember jinekê suikasta çekdarî pêk hat. Li gorî nûçeya di Rojnewsê de aktîvîsta jin ya ji bo serdanê çibû herêma federal a Kurdistanê di encama sûîkastê de hatiye qetilkirin. Hat hînbûn ku jina ku suikast lê hatiye kirin Firyal Suleyman Xalid ya ji bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ji bo serdanê çûye herêmê.   Hat hînbûn ku der barê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.