Runiştina nûçegîhana me Rozerîn Gultekîn hat taloqkirin 2024-01-18 19:23:44   BURSA - Der barê nûçegîhana me Rozerîn Gultekîn de bi îdiaya ‘muxalefetê Qanûna Meşên Xwepeşndanî û Civînan  a Hejmar 2911’ kiriye doz hatibû vekirin û sêyemîn runiştina dozê ji bo kêmasiyên heyî temam bibin hat taloqkirin.   Der barê rojnamegera me Rozerîn Gultekîn de ku di 12’ê Hezîrana 2022’an de li Bursayê çalakiya ‘Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê berbi Gemlîkê ve meş’ dişopand, bi îdiaya   ‘muxalefetê Qanûna Meşên Xwepeşndanî û Civînan  a Hejmar 2911’ kiriye doz hatibû vekirin. Sêyemîn runiştina dozê li 18’emîn dadgeha Ceza Giran a Asliyeyê ya Bursayê hat dîtin.    Sêyemîn runiştina dozê ji bo kêmasiyên heyî temam bibin taloqî 21’ê Adarê hat kirin.