ÎHD: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn hezar û 46 binpêkirin 2024-01-18 15:15:24     ENQERE - ÎHD’ê di rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Anatoliyaya Navîn de diyar kir ku di nava 3 mehan de herî kêm hezar û 46 binpêkirin hatin kirin û herî kêm 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên di navbera mehên cotmeh-mijdarê yên sala 2023’yan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn hatine kirin, eşkere kir. Rapor, li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hate parvekirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci û Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Umît Can Akbulut tevli daxuyaniyê bûn. Rapor, ji hêla Nûray Çevîrmen ve hate parvekirin.    Di raporê de wiha hat gotin:    "Di nava 3 mehan de li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn herî kêm hezar û 46 binpêkirin hatine tespîtkirin. Di nava mehên navborî de ji 31 girtîgehê li Herêma Anatoliya Navîn 166 kesan û ji 13 girtîgehên derveyî herêmê jî 24 bi giştî 189 kesan serî li komeleyê dane. Di serlêdanan de hatiye tespîtkirin ku di nava 3 mehan de herî kêm hezar û 46 binpêkirin li girtîgehên Anatoliyaya Navîn hatine kirin. Di nava van 3 mehan de ji girtîgehên cuda herî kêm 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 girtiyan jî bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan.    Li dijî van binpêkirinan, ji girtîgehên cuda herî kêm 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê yên domdar-dorveger kirine û ji van çalakiyan hinek jê hêj berdewam in.    Greva birçîbûnê ya demkî û dorveger ku di 27’ê mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li girtîgehan hat destpêkirin. Ji bo şopandina çalakiya greva birçîbûnê ya li Herêma Anatoliyaya Navîn li gel rêxistinên tenduristî, hiqûq, mafên mirovan û pîşeyî Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê hatiye avakirin.    Di 20’ê Nîsana 2022’yan de eşkere kiriye; li girtîgehan herî kêm 651 yek jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Di heman demê de bi hincetên cuda tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin û tedawiya bi destkelemçekirî lê tê ferzkirin. Di nava 3 mehên dawî de li Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn herî kêm 286 binpêkirinên mafê tenduristiyê hatin tespîtkirin.    Silavkirina hev a girtiyan jî ji bo cezayên disiplînê weke hincet tên nîşandan û bi heman sepanên keyfî tehliyeya girtiyan tê taloqkirin. Di encama lêpirsînên disiplînê de cezayên weke qedexeya agahîgirtinê û cezayê hucreyê li girtiyan hatin birîn û ev lêpirsîn jî weke hincet hatin nîşandan û tehliyeya wan tê taloqkirin. Bi hinceta lêpirsînên disiplînê û cezayan girtî ji mafê xwe yê berdana bi şertê kontrola edlî bêpar tên hiştin. Her wiha girtî ji ber biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê mafên berdana bişert û serbestiya bikontrol asteng kir. Di vê çarçoveyê de li Herêma Anatoliyaya Navîn derheqê 14 girtiyan de lêpirsîn hate destpêkirin, li girtiyekî cezayê disiplînê, li girtiyekî cezayê qedexeya tevlibûna çalakiyan a ji bo mehekê, ji bo 4 girtiyan cezayê hucreyê hate dayîn, mafê berdana bikontrol a 31 girtiyan bi biryara ÎGK’ê hate astengkirin û tehliyeya girtiyekî jî hate taloqkirin. Bi giştî 52 binpêkirinên mafan pêk hatin.    Daxwazên girtiyan ên şandina girtîgehên malbatên wan lê dijîn hate redkirin û di vê çarçoveyê de girtîgehan herî kêm rê li ber 621 binpêkirinan vekir. Binpêkirin herî zêde di mijara sewqên bi darê zorê û sirgunan de hatine kirin û hat gotin ku herî kêm 27 girtî ne bi daxwaza xwe hatin sirgunkirin. Her wiha mafê perwerdeyê yê 5 girtiyan hate astengkirin û 10 girtiyan jî ji bo piştgiriya hiqûqî û serdana parêzeran serlêdan kirin.    Li dijî van binpêkirinan bang li AYM û DMME’yê hate kirin ku mafên girtiyan bên parastin. Em bang dikin ku li dijî van binpêkirinan tavilê bikevin nava liv û tevgerê."