Li Mexmûrê dewreya perwerdê ya jinan bi dawî bû 2024-01-18 15:10:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Akademiya Şehîd Jiyan a Mexmûr di 3’ye Çileyê de dewreyek perwerdeyê li ser navê Şehîd Evîn Goyî bi beşdarbûna 21 jinan hatibû destpêkirin, bi dawî bû.   Li Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 3’ye Çileyê de dewreyek perwerde hat destpêkirin. 21 jin tevlî dewreyê bû. Di dewreyê de mijarên bi sernavê çima û çawa perwerde, di erkên pêvajoyê de rola jinan, şerê taybet, jin û malbat, pirsgirêkên ku di navbera jinan û malbatê de tên jiyîn, hevjiyana azad, pergala jinan a xwerêvebirinê hatin destgirtin û nîqaşkirin.    Her wiha bi boneya bidawîkirina dewreya perwerdeyê endamên Stêra Zêrîn a wargeha Mexmûrê ji bo xebatkarên jin stranan gotin.