Nobeda 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' li Amedê dewam dike 2024-01-18 14:38:48     AMED - Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin li Amedê di roja 45'an de berdewam dike.   Çalakiya girtiyên siyasî ya di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dest pê kir di roja xwe ya 53’yemîn de didome, Nobeda Edaletê ku bi heman daxwazan bi pêşengiya Malbat û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ve hatî destpêkirin di roja 45'an de berdewam dike.    Çalakiya nobedê ya ku li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezanê pêk tê bi ziyaretan berdewam dike.