TAJÊ civîna xwe ya salane li dar xist 2024-01-18 12:13:55     NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ bi beşdariya hemû komîte û endamên xwe civîna xwe ya salane dibin dirûşma "Bi fikira Rêber Apo em ê bi rêxistina xwe perwerde û yekîtiya jinan, xweseriya Şengalê misoger bikin" li dar xist û plansaziya xwe ya sala nû aşkera kir.    Meclisa gel ya Gundê Dugur Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi beşdarbûna tevahî komîte û endamên xwe civîna xwe ya salene lidarxistin. Civîn bi dirûşmeya "Bi fikrê Rêber Apo em ê bi rêxistan xwe perwerde û yekitiya jinan, xweseriya Şengalê mîsoger bikin" hat birêvebirin.   Civîn ji aliyê berdevka TAJE'ê, Rîham Hico endama Koordinasyona TAJE'ê Niam Bedel û Hevseroka Meclisa Xweseriya Şengalê Rîham Hesen ve hat birêvebirin. Piştî deqeyek rêz girtinê berdevka Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Ezidî Rîham Hico dest bi axaftinê kir.   Rîham da zanîn ku ew ê di sala nû de bibin hêz û hêviya hemû jinan û ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkên civakê wê kar û xebatên xwe berfireh tir bikin.  Piştî axaftina despêkê perspektifa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya li ser jin û civaka êzidî hate xwedin.    Her wiha rapora salekê ya TAJÊ û tevahî Komîteyên wê hate xwedin. Piştre rapor û perspektifan rewşa siyasî kar û xebatên ku nava salê de hatine meşandin ji aliyê pêkhateyê ve hate nirxandin.   Di civînê de bi nirxandinan ve girêdayê mijara sereke tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bû. Di berdewamiya nirxandinan de li ser politikayên ku li dijî civaka êzidî bi taybet jina êzidî jî têne meşadin wiha hate nirxandin: ''Li dijî civaka êzidî ji fermane heya niha bê navber planên qirêj têne meşandin. Li pêş çavê cihanê her roj êriş li ser civaka êzidî tê kirin. Bi taybet di salên dawî de ji bo ku vîna jina êzidî bê şikandin bi her awayî êrişê jin tê kirin. Lê weke TAJÊ her tim em li dijî van erişan rawestiyane û me sekna tekoşînvan ya jina êzidî nîşan daye''   Di civînê de hate gotin ku ji bo azadiya fizikî ya Abdulah Ocalan wê ji herdemî bêtir tekoşîna xwe bidin meşadin. Heman demê ji bo civaka êzidî xweseriya xwe bidest bixe wê jin pêşengtiyeke mezintir bikin.    Ji beşdarvanên civînê cigira Desteya Rêvegeriya Xweser a Şengalê Caklin Hisên derbarê civîna salane de axivî û wiha got: ''Civîna me nirxandina kar û xebatên xwe yên sala 2023'yan kir. Di civînê de mijara sereke tecrida girankirî ya li ser Rêber Apo bû. Weke jinên êzidî ji bo ku em xebaten ên ku me di salê de li dar xistine, nebesî û kêmaniyên xwe binirxînin me ev civîn çêkir. Weke jinên êzidî û ereb ji bo sala nû me li dijî dagirkeriyê biryardariya xwe bi hêz dikin.”   Di dawiya civînê de plansaziya sala nû hate diyarkirin.   Plansaziya TAJÊ ya sala 2024’an:   "* Bi pêşengtiya TAJÊ li ser asta giştî Şengalê bi wêneyê Rêbertî ziyerata malan kirin.   * Semîner derbarê rastiya Rêbertî de bê dayîn. Ev wekê kampanya bi navê "Rêbertî mêvanê mala we ye".   * Bi armanca hamleya azadiya fîzîkî a Abdulah Ocalan bi navê TAJÊ nameyek ji CPT'ê re bê nivisandin.   * Dê konê çalakiyê ji bo azadiya fîzîkî Rêber Apo bên vedan.   * Komxebata jin ji bo Rêber Apo li ser asta Şengalê li dar bixin. Di meha sibatê de.   * Bi hemû jinan, fikir û felsefeya Rêbertî dayîna naskirin û belavkirin.   * Wekê hamleyekê bi hemû endam û rêveberan re nîqaş bê lidarxistin.   * Bê navber dewreyên perwerdêyên akademiyan were vekirin, hedef tu endamekê ango jinekê bê perwerde nemîne.   * Ji bo guhertin û vegohertina mêr, dewreya perwerdeyê ji wan were vekirin.   * Ji bo avakirina asayîşa jin xebat meşandin. Di çend mehê pêş me de were avakirin.   * Meclisa jinên Ereb were avakirin, xebat bi berfirehî bên rêxistinkirin.   * Komîteya çalakiya bê avakirin û temsîla xwe di giştî de jî diyar bike.   * Tevlîbûna Konferansa Jin a li Ewropa li ser jenosîdê bê çêkirin.   * Di salvegera fermanê de li ser asta Şengal û Iraqê konferansa jinên Şengalê were lidarxistin.   * Ji bo amadekirina platforma jin û salvegera fermanê li ser asta Iraqê rêze hevdîtinê,   * Ji bo jinên ku tên qetilkirin û xwe dikujin dê komîteya lêkolînê were avakirin. Encamên derketin dê were dest girtin.   * Di meha sibatê de vekirina dewreyê 10 rojan a dîplomasî bê lidarxistin.   * Di salvegera fermanê de ser asta Iraqê Înîsiyatîfa Jin were îlankirin.   * Li ser fermanê name ji hêzên navnetewî re û cihên peywendîdar bê şandin.   * Ji bo qanûna jin derbixin komîsyonekê jin bê avakirin.   * Xebatê malpera TAJÊ were berdewam kirin û xurtkirin.   * Hewldanê şandina heyetekê ji bo Almanya û Rusya.   * Di Meclisan de xebatên kampanyaya "Tu jin bê xwendin û nivisandin nemine" bê destpêkirin.   * Wekê kampanya di meclisên de çûndina her malekê. Tu mal bê rêxistin nemîne.   * Xebatên waqfê bên berfirehkirin.   * Civîna malbatê şehîdan bê çêkirin."