Dibistanên Mexmûrê ketin betlaneya nîvê salê 2024-01-18 11:04:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi hezaran xwendevan bi kelecan û coşek mezin karnameyên xwe wergirtin û ketin betlaneya nîvê salê.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran xwendevan bi dawîbûna dema yek a sala xwendinê ya 2023-2024’an bi kelecan û kêfxweşiyek mezin karnameyên xwe wergirtin.   Li dibistana Navîn a Şehîd Jiyan bi kombûna hemû xwendevan û mamostayan ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û sirûda netewî hat xwendin.   'Zarokên Mexmûrê pir bi şans in ku zimanê xwe dixwînin'   Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê Mamoste Beşîr Gabarî axivî û got: “Em di serî de we tevan pîroz dikin û di pêşeroja we de serkeftinê dixwazin. Xwendin û perwerde, erkê her mirovê ye. Ji ber ku mirov bi xwendinê pêş dikeve û civaka xwe diparêze. Ji bo ku zimanê Kurdî winda bibe, ev bi sedan sal in êriş û bişaftinek heye. Lê nekarîn vî zimanê qedîm winda bikin. Zarokên Mexmûrê pir bi şans in ku zimanê xwe dixwînin. Bi milyonan Kurd, bi hesreta ku rojekê zimanê xwe bixwînin, dijîn. Em bi xwendinê pêşeroja xwe dibînin û li çand û exlaqê xwe xwedî derdikevin. Divê timî di jiyana mirov de xwendin hebe. Temenê xwendin û perwerdeyê nîne. Gerîlayên azadiyê ji bo ku em jiyanek azad bijîn û bi azadî zimanê xwe bixwînin, canê xwe dikin mertal. Divê em bibin layiqê keda wan.”   Piştî wî li ser navê her sê meclisên wargehê dayika du pakrewanan Taybet Mijinî serkeftin ji xwendevan û mamosteyan re xwest û wiha axivî: “Em gelek spasiya mamostayên xwe dikin ku kedek mezin didin. Ji bo me Kurdan tişta herî pêwîst perwerde ye. Ji ber ku dîroka me tê tunekirin û divê em vê dîrokê nedin jibîrkirin. Ji tevahî xwendevanan re serkeftin be û destê mamostayên me sax be.”