Dê di salvegera Xweseriyê de mitînga xwedîderketina destkeftiyan bê lidarxistin 2024-01-18 09:23:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, wê li dijî êrîşên dagirkeriyê û bi armanca parastina destkeftiyan meş û mitînga ku tê hedefkirin sed hezar kes beşdar bibin, bê lidarxistin.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, bi mebesta salvegera damezirandina rêveberiya xweser (21 Çile 2014), wê li Qamişlo meş û mîtingeke mezin lidar bixe.   Meş û mitîng li ser asta Kantona Cizîrê hatiye organîzekirin û tê plankirin ku sed hezar kes beşdar bibin.   Meş wê roja 21’ê Çileyê (2024) saet di 11.00’an ji Çerxerêya Osman Sebrî destpê bike û heta Stadyuma 12’ê Adarê bidome. Piştî meşê wê li stadyumê mitîng were lidarxistin.   Di meş û mitîngê de wê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê werin şermezarkirin û biryardariya xwedîderketina li destkeftiyên şoreşê were nîşandan.   Di mitîngê de wê li ser navê Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin werin kirin.