'Xwedîderketina li Abdullah Ocalan berpirsiyariya dîrokî ye' 2024-01-18 09:05:25     Melek Avci   ENQERE - Ruken Ahmed derbarê lingê Rojava yê pêngava navneteweyî ya ji bo şikandina tecrîdê hatiye destpêkirin de axivî û wiha got: “Kokên şoreşa jinê ya li vir hatiye detspêkirin, xwe dispêre paradîgma û fikra Rêber Ocalan. Ew çawa ji bo azadiya me jinan rabû ser piyan, em jî xwedî berpirsyariyek dîrokîne ku xwedî li wî û paradîgma wî derkevin.”   Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek hat destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de li her derê cîhanê çalakî, bername, xebat, hevdîtinên dîplomatîk didomin. Pêngava li Ewropayê hat destpêkirin li Rojava jî bi gelek bername, çalakî û axebatan tê meşandin. Endama Komîteya Berpirsa Tifaq û Têkiliyên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed, li Rojava xebatên çarçoveya pêngavê de û her wiha tecrîd nirxand.   * Ji hezar rojî zêdetire agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û divê çarçoveyê de ji bo azadiya fîzîkî pêngavek navneteweyî hat destpêkirin. Li Rojava girêdayê vê pêngavê çi tên kirin?   Têkoşîna li Rojava ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat destpêkirin, civak xwedî lê derket. Çalakî û bernameyên li Rojava destpêkirin didomin. Li Rojava hema heman li her bajar û bajarokî li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî û civîn hatin kirin. Gel vê ji xwe re wek peywir û berpirsyariyek dîrokî dibîne. Ji aliyê sazî û dezgeyan ve ne tenê ji bo rawestandina pevçûnên li Sûriyeyê, ji bo pevçûnên li Rojhilata navîn didomin, bên çareserkirin li ser fikr û paradîgma Abdullah Ocalan foruman, komxebat, semîner û konferansan pêk tîne. Em tevgera jinan Kongra Star jî niha wê li sre firk û paradîgma Abdullah Ocalan plan dikin ku konferansek bi Erebî pêk bînin. Li dijî îzolasyonê divê em têbikoşin.   "Ji ber ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin dixwazin il ser gel zexta psîkolojîk ava bikin. Dixwazin pozisyona wî qels bikin. Lê Gelê Kurd tu carê li dijî planên Tirkiyeyê serî netewand û paradîgma Rêberê xwe Abdullah Ocalan esas girt."   * Li aliyekî tecrîda giran li aliyê din jî êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Rojava û gelê Kurd didomin. Israra Tirkiyeyê a di tecrîd û şer de rê li ber çi vedike?   Dewleta Tirk ji bo xeyala Îmaparatoriya Osmanî ya nû pêk bîne, planên xwe li ser dijminahiya li hember kurdan dimeşîne. Belkî jî dixwaze vê li ser qirkirina kurdan pêk bîne. Tirkiye li her derê êrişê kurdan dike. Ji ber dizane ku wê ev hikûmeta wan ya faşîst qesl bike. Êrişên kurdên li Ewropayê dikin wek du komkujiyên li Parîsê, êrişê kurdên Başûr, kampa penaberan a Mexmûrê û Şengalê dikin. Li cihên têkoşîn heye êriş dikin. Li van deran bi paradîgma Rêber Abdullah Ocalan alternatîf bi teşe dibe. Kurd êdî li dijî planên faşîst yên dewleta Tirk disekine. Tirkiye ji bo ku Abdullah Ocalan nav Gelê Kurd de neyê dîtin û hebûna wê tune bike, tecrîda li ser wî li ser Gelê Kurd jî normal dike û dixwaze wî ji nifûsa kurd îzole bike. Ji ber ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin dixwazin il ser gel zexta psîkolojîk ava bikin. Dixwazin pozisyona wî qels bikin. Lê Gelê Kurd tu carê li dijî planên Tirkiyeyê serî netewand û paradîgma Rêberê xwe Abdullah Ocalan esas girt.   "Modela netewa demokatîk di rewşa niha de potansiyela çareseriya hemû pevçûnên li Rojhilata Navîn e."   * Îro li Kurdistan û Rojhilata Navîn li her qadê qirkirineke ku hêzên navneteweyî jî tevlibûne dertê pêşberî me. Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê jiyanek azad û wekhev çawa pêkane? Çareseriya ku ev paradîgma pêşkêş dike çiye?   Modela Netewa Demokratîk ya Ocalan îlhamê digire ne tenê li Kurdistan an jî Sûriyeyê li hemû Rojhilata Navîn dikare bibe çareserî û bersiva pirsgirêk û pevçûnan. Sedema pevçûn û şerên li Rojhilata Navîn piranî ji ber sedemên aborî, etnîk, olî û herêmî diqewime. Pergala netew-dewletê tu car ji bo aştiyê nebûye çareserî û aştî, wê tu carê jî nebe. Tevê pevçûn gur kirin. Bêguman dewletên rojava û hêzên hegemonîk ji qelsiya Rojhilata Navîn fêdeyê digirin. Modela netewa demokratîk a Abdullah Ocalan jî ji ber vê qebûl nakin. Netewa Demokratîk ji xêzkirina sînoran wêdetir têkildarî jiyaneke demokratîk a bi hev re ye. Modela netewa demokatîk di rewşa niha de potansiyela çareseriya hemû pevçûnên li Rojhilata Navîn e.   "Ew çawa ji bo azadiya me jinan rabû ser piyan, em jî xwedî berpirsyariyek dîrokîne ku xwedî li wî û paradîgma wî derkevin."    * Pêngava hatiye destpêkirin di asta navneteweyî de didome. Gelek jin pêşengiya vê kampanyayê dikin. Hûn vê çawa dinirxînin?   Azadiya Abdullah Ocalan ji bo tevgera jinan û hemû gelê Rojava mijarek girîng e. Rêber Ocalan nêzî 20 salan li vê herêmê jiya. Di 20 salan de ne tenê têkoşîna azadiya kurd, ji bo azadiya civakê û hemû mirovahiyê Rêber Abdullah Oalan kesekî girîng e. Abdullah Ocalan dibêje bê azadiya jinê azadiya civakê ne pêkane. Dema Abdullah Ocalan li vir bû di serî de jinan bi hezaran kesî serdana wî dikir û tevlî perwerdehiya wî dibû perspektîfên wî guhdar dikir. Kokên şoreşa jinê ya li vir hatiye destpêkirin, xwe dispêre paradîgma û fikra Rêber Ocalan. Ew çawa ji bo azadiya me jinan rabû ser piyan, em jî xwedî berpirsyariyek dîrokîne ku xwedî li wî û paradîgma wî derkevin.  Jinên qada navneteweyî jî ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanya meşandine û dimeşînin.