Jin bûn sembola berxwedana Efrînê 2024-01-18 09:04:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Rihê berxwedanê ya li Kobanê ji Efrînê re wek mîrateyek ma û tevî êrişên mezin berxwedanek bi heybet hat meşandin. Li Efrînê jin bûn sembola berxwedanê.    Tirkiyeyê bi piştgiriya hêzên navneteweyî di 20’ê Çileyê 2018’an de li hember bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş da destpêkirin û di ser de 6 sal der bas bû. Navê Efrînê bi êrîş û qirkirina bê bihistin jî dîroka têkoşîn û çanda wan digihêje dîrokek kevn. Ji sedî 90’ê nifûsa Efrînê kurd e. 360 gundên wê hene û di 2004’an de nifûsa Efrînê 172 hezar bû. 26 gundên êzidî yên Efrînê jî hene û kêm jî ereb û tirkmen hene.    Piştî 2011’an şûnde Efrîniyên li Helep û derdora wê vegeriyan Efrînê. Bajar piştre bi tacîz, destdirêjî, xesp, dizî, kaçaxvaniya mirovan, talan xwezayê û guhertina demografiyê hat rojevê.   Avakirina jiyana nû   Piştî 2012’yan şoreşa Rojava şûnde kontrol û rêveberî li Efrînê ket detê gel. Gel paradîgma rêveberiya xweser a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan esas girtin û meclîs û yekîneyên parastinê ava kirin. Efrîniyan bi pêşengiya kurdan modela bajar xistin dewrê. Di pêvajoya Pêngavên Şehba û Minbicê de Tirkiyeyê li her du qadan hêzên QSD û Efrînê hedef girt.   Ji bo êrişan piştgirî xwest   Tirkiyeyê ku dest bi vê pêngavê kir, polîtîka DYA û Rûsyayê şopand. Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û rayedarên hikûmetê beriya êrişan bi gotina "Beka me ya netewî di bin tehdîdê ye" hedef girt. Wezîrê karê hundir yê demî Mevlut Çavuşolgu îdia kir ku beriya êrişa Efrînê 700 êriş li hember Tirkiyeyê kiriye. Erdogan serê meha çile de îdia kir ku ji aliyê Efrînê ve êriş hatine kirin û ji hêzên navneteweyî piştgirî ji bo êrişan xwest.   Bi 72 balafirên şer êriş   Di vê çarçoveyê de tevgera ku navê wê ‘Baskê Zeytunê’ dan destpêkirin. Rusya ji herêmê vekişiya. Di roja ewil de bi 72 balafirên şer Efrîn hat bombebarankirin. 180 avahiyên sivîl û leşkeri yên navçeyên Cindirês, Raco, Şera, Şêrawa û Mabeta hat bombebarankirin.   25 hezar hêzên paramîlîter   Tirkiyeyê bi awayekî hevdem ji Ezaz, Kilîs, rojavayê Hatay û kampa Penaberan a Atmê ji 7 nokteyan êrişa bejayî pêk anî.  Herî zêde gundê Hamam a Cindires, Girê Kevirê Ker yê Raco, Girê Kastel Cîndo hedef hat girtin.   Ji rêxistinên Tugayên Semerkant,  Liwa El Şemal, Liwa El Munteser Billah, Ceyş El Ehfad, Ehrar El Şerqiye, Fatih Sultan Mehmet Tugayları, Sultan Osman Tugayı, Quwet El Mexewir, Firqet El Sefwe, Firka Sultan Murad, Firqet El Hemze, Siwar El Cezira, Fewc El Xamês, Firqa 23, Liwa El Muttesim, Feyleq-2, Firqa El Şemaliye, Fewc El Mistefa, Ceyş El İslam, Tecemuh Festakim Kema Umêrt, Cebhet El Şamiye, Liwa 51, Suqur El Şam, Harekat Ehrar El Şam, Firqa 9, Ceyş El Nûxbe, Feyleq El Şam, Lîwa El Sultan Suleyman Şah, Liwa Suqur El Şemal, Nuredîn Zenkî ve Cebhet Tehrîr bi giştî 25 hezar hêzên paramîlîter di van êrîşan de cih girt.   Ji berxwedana serdemê piştevaniya enternasyonal   Di çapemeniya alîgirê hikûmetê de hat gotin wê Efrîn hefteyekê de bê xistin. Tirkiye bi berxwedana hêzên  YPG, YPJ, Cephet El Ekrad, Seyşel Siwar, Asayîş,  Hêza Parastina Cewherî (HPC) û Erkê Xwe Parastin re hat rû hev. Her wiha Şervanên endamên Tabura Enternasyonal yên di bin bana YPG’ê de cih girtin di 25’ê Mijdara 2018’an de daxuyanî dan û û diyar kirin ku seferberî îlan kirine û wek Kobanê wê li Efrînê jî şer bikin û ji bo di Berxwedana Serdemê de cih bigirin ketin tevgerê. Piştî vê çek hildan û di parastina Efrînê de cihgirtin û 58 rojan bê navber li dijî êrîşan têkoşiyan.   Sivîl hedef girtin   Di 45 rojên ewil yên êrişan de pêşketin çênebû û li ser vê dest bi hedefgirtina sivîlan kirin. Di 58 rojên êrîşan de li Efrîn û navçeyên wê 31 dibistan  ji bejayî û hewayî hedef girtin girtin 13 xwendekar di êrişan de jiyana xwe ji dest dan.   Cihên dîrokî jî bûn hedefa êrişan. Cihên dîrokî yên wekê Eyn Dara, Nebî Hûrî, Girê Îska, Dêr Belût û Girê Cindirês  hatin bombebarankirin. Navendên tenduristiyê û firin hatin bombebarankirin. Di 16’ê Adarê de nexweşxana herî mezin a Efrînê Nexweşxana Avrîn bi balafirên şer hat bombekirin. Li taxa Mahmudiyê jî balafirên şer 35 sivîl qetilkirin.   498 sivîl hatin qetilkirin   Li gorî daneyên Konseya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê di mehên ewil yên êrişê de 27 jê zarok, 21 jê jin  bi giştî 176 sivîl hatin qetilkirin; 60 jê zarok 71 jê jin 484 sivîl birîndar bûn. Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di Kanûna 2020’an de diyar kir ku di êrişên Tirkiyeyê de 498 sivîl hatine qetilkirin.   Biryara rêveberiya xweser   Rêveberiya Efrînê li ser hedefgirtina sivîlan  di 16’ê Adara 2018’an de biryar da ku gel ji bajar bê tahliyekirin û di navbera 118’ê Adarê de nêzî 300 hezar sivîlî koçî Şehbayê kir. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Kobanê di 18’ê Adarê de li Şehbayê daxuyanî da û got: “Di 20’ê Çile de bi tifaqa bi Rûsyayê re hatiye kirin hêzên naveteweyî bêdeng mane û li hember Efrînê êriş hatine destpêkirin. Rûsyayê ji bo Tirkiyeyê qada hewayî vekiriye û destura qiririnê daye Tirkiyeyê. 58 rojan gelê me û şervanên me li berxwe daye. Lê Tirkiyeyê bi awayekî dijwar sivîl hedef girtin. Ji ber vê me biryar girt ku sivîl ji bajar derkevin.   Jin bûn sembola berxwedana Efrînê   Şervana Yekineya Parastina Jinan (YPJ) Avêsta Xabur di 27’ê Çileyê 2018’an de li gundê Heman a Cindirês a Kantona Efrînê li hember artêşa Tirk çalakiya fedayî pêk anî. Çawa ku Arîn Mîrkan li Kobanê darbe li çeteyên DAIŞ’ê xist, Avêsta Xabur jî Berxwedana Serdemê gihand astek nû. Li gelek herêmên Efrînê  jin bûn kirdeya berxwedanê û bedelên mezin dan. Li aliyê din jî li Kurdistan û çar aliyê din yên Ewropayê jin ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê daketin kolanan.   Bilançoya êrişê   YPG’ê di Çileyê 2019’an de bi daxuyaniyê bilançoya 58 rojan bi rayagiştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Tirkiyeyê hezar û 98 êrişên hewayî pêk anîne, navbera 3 hezar û 577  û 4 hezarî de êrişên çekên giran pêk hatine; şervanên parastina Efrînê jî li hember Tirkiyeyê herî kêm 900 çalakî pêk anîne. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku 2 helîkopter û 2 balafirên hewayî yên bê mirov hatine xistin, 122 wesayîtên leşkerî û 2 wesayîtên bombeyi hatine îmhakirin. Hat destnîşan kirin ku 2 hezar û 422 hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê hatine kuştin.   Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava jî da zanîn ku ji 20 Çileyê 2018’an heta niha 987 şervan jiyana xwe ji dest dane.