Li Artemêt û Tûşbayê veguhestina hilbijêran 2024-01-18 09:02:26     Rojda Aydin   WAN - Li Tûşbayê di E-Dewletê de derket holê ku avahiya ku mustakile wekî “Hilbijêrên di heman bînayê de dijîn” hatine nîşandan de 8 kes wekî hilbijêr hatine qeydkirin. Hat zanîn ku li Artemêtê jî li avahiyek mûstakîl ku nikare mirov tê de bijî kesek wek hilbijêr hatiye qeydkirin.   Bi hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de pêk tên, li gelek bajarên Kurdistanê hewldanên veguhestina dengdêran dest pê kirin. Hate zanîn ku li navçeyên Artemêtan û Tûşba ya Wanê, hilbijêrên zêde hatine qeydkirin. Hat diyarkirin ku li taxa Beyuzumu ya Tûşbayê di avahiyek mustakîl de ji malbetekî ku 4 kes dijîn, her wiha 8 kesên din bi paşnavên cuda hatine qeydkirin.   Malbata Erol a ku di xaniyekî mustakîl de dijîn, diyar kirin ku di beşa lêgerînê ya Lêpirsîna Hilbijêrên Navxweyî ya E-Dewletê de xaniyên wan wek “hilbijêrên di heman bînayê de dijîn” cih hatiye nîşandan û navên 8 kesên cuda jî di vê xaniyê de nîşan dide. Xaniyê ku mûstakîle û wek bîna hatiye nîşandan de paşnavên wek, “Aydin, Çaglar, Dûran, Furat, Yildiz, Sancak, Ozer” cih digirin.   Ji îtîraza dengdêrê re bersiva ‘red’   Ji aliyê din ve hat hînbûn ku li taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtê jî xaniyê mustakîl ku valaye jora wê xanî û bin wê dijane de û mirov nikare tê de bijî dengdêrek hatiye qeydkirin. Malbata Beyazpolat ku ji beşa lêpirsînkirina hilbêjêran a E-Dewletê de rewşê ferq kiriye,  ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Artemêtê ji bo qeyda wî hilbijêrê jê bibin îtîraz kir. Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ji ber ku xanî li ser navê kesekî ji heman malbatê ye û jiyana xwe ji dest daye, daxwaza malbata Beyazpolat red kir.   Li ser vê yekê malbata Beyazpolat serî li Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partî ya Wanê da û hat diyarkirin ku dê DEM li dijî vê rewşê îtîraz bikin.