ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-18 09:00:00     *Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ Nobetên Edeletê yên hatibûn destpêkirin didomin. Jinên di Nobetê de ne û jinên ji bo piştgiriyê çûn serdana nobetê banga mezinkirina têkoşînê kirin. DÎMEN HEYE   * Li Tûşbayê di E-Dewletê de derket holê ku avahiya ku mustakile wekî “Hilbijêrên di heman bînayê de dijîn” hatine nîşandan de 8 kes wekî hilbijêr hatine qeydkirin. Hat zanîn ku li Artemêtê jî li avahiyek mûstakîl ku nikare mirov tê de bijî kesek wek hilbijêr hatiye qeydkirin.    *Rihê berxwedanê ya li Kobanê ji Efrînê re wek mîrateyek ma û tevî êrişên mezin berxwedanek bi heybet hat meşandin. Li Efrînê jin bûn sembola berxwedanê.    Ruken Ahmed derbarê lingê Rojava yê pêngava navneteweyî ya ji bo şikandina tecrîdê hatiye destpêkirin de axivî û wiha got: “Kokên şoreşa jinê ya li vir hatiye detspêkirin, xwe dispêre paradîgma û fikra Rêber Ocalan. Ew çawa ji bo azadiya me jinan rabû ser piyan, em jî xwedî berpirsyariyek dîrokîne ku xwedî li wî û paradîgma wî derkevin.”   * Gulser Ozbay ku 31 sal û 6 meh pêvajoya girtinê de surgunê gelek girîgehan hat kirin wiha got: “Bi dehan kes hatin girtin bi dehan hatin berdan. Gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Lê hîna berxwedan didome. Di nav çar dîwaran de rihê me jiyanek danî holê.” BI DÎMEN    *Li ber hemberî êrîşên dewleta tirk jinên navçeya Tillrifat û Şêrewayê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin:"Li hemberî êrîşan em serî natewînin. Divê tevahî gelê me jî têkoşîna xwe mezintir bikin."  BI DÎMEN