Li dijî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş 2024-01-17 21:46:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê gundên Xalidiyê, Ilêmat, Mestûr, Cidêdê, Muelek, Seyda, Mişêrfê û Kampa Eyn Îsayê yên Eyn Îsayê topbaran kir.  Her wiha li hember gundê Şêx Îsa yê li gundewarê herêma Şehbayê topbaran kir.   Li gorî nûçeya ANHA’yê, artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayê wê gundên Xalidiyê, Ilêmat, Mestûr, Cidêdê, Muelek, Seyda, Mişêrfê û Kampa Eyn Îsayê yên navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dikin. Li gorî agahiyan li hember gundê Şêx Îsa ya Şehbayê jî êrîş hatine destpêkirin.   Ji malbatekê sê kes birîndar bûn   Di encama topbarana Tirkiyeyê ya li gundê Şealê yê herêma Şehbayê de ji malbatekê sê kes birîndar bû.