Li Qelqeliyê hilbijartin bi dawî bû 2024-01-17 19:11:51   WAN - Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê di tûra duyem a pêşhilbijartinê de Ecevît Ceylanci dengê herî zêde girt.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li hemû navçeyên Wanê ku pêşhilbijartin pêk hat, îro jî tûra duyemîn a pêşhilbijartinê li navçeya Qelqeliyê pêk hat. Di tûra yekem de Ecevît Ceylanci 86 deng, Yakûp Akanoz jî 67 deng girtibû û ji tûra duyem re mabû. Îro tûra duyem li Eywana Dawetê ya Çelîkyay di navbera saet 12.00 û 16.00’an de pêk hat.    Piştî bikaranîna dengan, jibartina dengan dest pê kir. Di hilbijartinê de Ecevît Ceylanci 179 deng, Yakûp Akanoz jî 130 deng girt. Bi vê yekê re Ecevît Ceylanci dengê herî zêde girt. Di heman demê de namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.    Piştî hilbijartinê girseyê govend gerand.