Der barê polîsê ku Nîhat Kazanhan qetil kir de bultena sor hat derxistin 2024-01-17 18:48:43   ŞIRNEX - Li Cizîrê polîsê tevgera taybet Mehmet Nurbakî Goçmez zarokê bi navê Nîhat Kazanhan qetil kiribû. Der barê polîsê gumanbar de biryara derxistina bultena sor hat dayîn.   Li Cizîr a Şirnexê 7 sal berê  polîsê tevgera taybet  Mehmet Nurbakî Goçmez zarokê bi navê Nîhat Kazanhan yê 12 salî qetil kiribû. 5’emîn runiştian doza Nîhat Kazanhan li Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Cizîrê hat dîtin. Malbata Nîhat, Komeleya Alîkariya Malbatên Kesên Xizmên xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda kirine (MEBYA-DER) û rêveberiya DEM Partî ya Cizîrê tevli bû.   Parêzerê Nîhat Kazanhan, Osman Cîngoz diyar kir ku divê der  barê polîsê gumanbar de bultena sor bê derxistin.   Piştre dadgehê mutala xwe aşkera kir û der barê gumanbar Mehmet Nurbakî Goçmez de biryara lêgerîna bultena sor dan.   Runiştina din taloqî 13’ê Adarê hat kirin.