Nobeta Edaletê: Çalakiya me wê bidome 2024-01-17 17:48:12   MÊRDÎN – Dayika Aştiyê Sureyya Yilmaz ya di Nobeta Edaletê ya Mêrdînê ku bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin de cih digire wihagot: “Heta serokatiya me azad nebe wê çalakiya me bidome. Em dixwazin şer bidawî be.”   Bi daxwaza  Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê piştî çalakiya grevên birçîbûnê ya girtiyan xizmên girtiyan dest bi Nobeta Edeletê kirin û nobet di roja 11’an de didome.    Rêveberiyên partiya siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî çûn serdana Nobeta Edaletê û bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana zindanan’ bûn dengê girtîgehan.   Dayika Aştiyê Sureyya Yilmaz ya di Nobeta Edeletê de axivî wiha got: “em ji bo edaletê li vir runiştîne. Heta serokatiya me azad nebe wê çalakiya me bidome. Em dixwazin şer bi dawî be.”