'Em ê li dijî tecrîdê nobeta xwe bidomînin' 2024-01-17 15:43:10     ÎZMÎR - Di roja 10'emîn a Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê de xizma girtiyan Sultan Yagmekan, da zanîn ew ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nobeta xwe bi biryarî bidomînin.    Nobeda Edaletê ya ku di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî " bi pêşengiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Nûnertiya DBP'ê ya Herêma Egeyê dest pê kir di roja 10'emîn de didome. Li cihê nobetê afîşên "Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aşitiya civakî em bibin dengê zindanan" û "Li dijî tecride berxwedan"hatin daliqandin. Her wiha dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. Rêxistina DEM Partî ya Îzmîrê û Torbaliyê hat serdana çalakiya nobetê.    'Heta tecrîd bidome wê têkoşîna me jî bidome'   Dayika Firat Yagmekan ê di 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar de tê girtin Sultan Yagmekan di çalakiyê de da zanîn heta tecrîd hebe wê têkoşîna wan jî bidome û wiha got:"Dewlet dengê me nabihîse. Tecrîdeke bi salan a li ser Birêz Ocalan heye. Zarokên me li dijî tecrîdê ji bo azadiyê ketin greva birçîbûnê. Em jî wekî malbat piştgiriyê didin vê têkoşînê. Ji ber em dayik in. Heta tecrîd bidome wê têkoşîna me jî bidome."