Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta tirk tunekirina projeya demokratîk e 2024-01-17 15:26:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê encamên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. Hat destnîşankirin ku 5 milyon hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xizmetguzarî û binesaziyê mehrûm mane.   Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê encam û zirarên ku êrîşan bi ser bajaran de anî eşkere kir.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Ev sûc û binpêkirin ji bilî berdewamiya siyaseta dijminane ya dewleta faşîst a Tirk li dijî gelên herêmê dimeşîne bi riya dagirkirina herêmên me. Ev êrîş û tawanên ku sektorên enerjî, petrol, gaz, av, tenduristî, çandinî, kargeh, xalên kontrolê yên ewlekariya hundirîn û mal û dezgehên sivîlan kirine armanc, berdewamiya nêzîkbûna îmha û wêrankirinê ye ji bo lêdana ewlekarî û aramiyê li herêmê. Di heman demê de tunekirina projeya demokratîk û berdewamiya siyaseta dorpêçkirin û qutkirinê ye.   Tirkiye dixwaze gelên herêmê bi qutkirina kehrebeyê re rûbirûyê şert û mercên zehmet ên jiyanê û xizmetguzariyê bimîne, bi armanca şikandina îradeya wan, koçberkirina wan û bi destxistina armancên wan ji bo dagirkirina zêdetir axa Sûriyeyê. Dixwazin sûdê ji bêdengiya navdewletî, nakokiyên herêmî û navdewletî û tunebûna sazî û rêxistinên navdewletî yên têkildar bigirin.   Binesaziya herêmê kirin armanc   Di encama van êrîşan de santrala hilberîna elektrîkê ya Siwêdî û stasyonên belavkirina kehrebeyê jî bi temamî wêran bûn ku bû sedema qutkirina elektrîkê bi temamî bajar û gundên kantona Cezîrê. Ev bû sedem ku hemû stasyonên avê, nexweşxane, navendên bijîşkî, firne, karxane û dezgehên din ên xizmetguzariyê ji xizmetê derkevin, gaza navxweyî winda bibe. Bîrên petrolê ku gaz û sotemeniyê ji bo zêdetir pênc milyon welatiyan dabîn dikin. Armanckirina kargeh û sîloyan jî bandorê li dabînkirina miqdareke ard kir.   ‘Ev sûc û hedef sûcên şer ên li dijî mirovahiyê ne’   Armanckirina xalên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tevgera şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê zêde kiriye û ev yek jî metirsiya wan li ser kampên malbatên DAIŞ’ê Hol û Roj û zindanên ku bi hezaran endam û serkirdeyên DAIŞ’ê tê de hene, zêdetir dike. Piştî ku zindana Sînaa li Hesekê bi mûşekan armanc girt, hewldana revê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Ewlekariya Hundirîn ve hatin kontrolkirin. Ev sûc û hedef sûcên şer ên li dijî mirovahiyê ne.   ‘Biryar û hêza gelê me mezintir e’   Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê de careke din destnîşan dikin ku terora dewleta Tirk a dagirker çiqasî mezin bibe, biryar û hêza me ya ku em ji vîn û berxwedana şoreşgerên xwe digrin, lawaz nake. Gel bi hemû pêkhateyên xwe ve ku bi têkoşîna xwe ya berdewam, hevgirtin û sekna xwe ya li hemberî her cure terorê, polîtîkayên şerê taybet û têgihîştina xwe, li ser saziyên xwe û rûbirûbûna êrîşên hovane bi balafirên şer û dronên xwe careke din îsbat kirine. Ji destpêka şoreşa me ve, îro jî teqez kir ku tu hêz û teror çiqas mezin be, îradeya me ya azad û meşa me ya ber bi azadî û demokrasiyê ve naşkîne. Em bang li gelê xwe û hemû pêkhateyên xwe dikin ku têkoşînê mezin bikin, li dora rêveberiya xwe bicivin û bi ruh û nirxên şoreşa xwe bi hev re tevbigerin. Em bang li gelê xwe yê li dîasporayê û hemû azadîxwazên cîhanê dikin ku li hemberî dagirkerî û terorê piştgiriyê bidin berxwedan û sekna gelê xwe. Em ê bi îradeya xwe ya azad û yekitiya xwe dawî li dagirkerî û terorê bînin, hemû zehmetiyan derbas bikin û Sûriyeya azad, bi rûmet û demokratîk ava bikin.   Banga li rêxistinên navneteweyî    Di heman demê de em bêdengiya navdewletî şermezar dikin û civaka navdewletî û dewletên herêmê ji rûxandina bingehên jiyan û aramiyê û komkujiyên li dijî gelên herêmê berpirsyar dibînin û bang li wan jî dikin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku dest ji êrîşên xwe berde. Em bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî jî dikin ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser ji bo avakirina saziyên ku avahiyên hatine wêrankirin.”