Komeleya Dema Jinê: Em ê dev ji têkoşînê bernedin! 2024-01-17 14:41:09     STENBOL - Komeleya Dema Jinê ya tevî seroka wan Dîlek Başalan 17 kes hatin binçavkirin di daxuyaniya xwe de wiha got:"Em li vir dîsa bi awayekî bi hêz îfade dikin ku em ê li dijî siyaseta we ya qirêj dev ji keda xwe, beden, nasname, çand û hebûna xwe bernedin."   Do di saetên serê sibehê de aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, çalakgerên Nobeta Edaletê, endamên DEM Partî, hunermendên NÇM'ê jî nav de 17 kes hatin binçavkirin. Komeleya Dema Jinê têkildarî mijarê li ber avahiya xwe ya Beyogluyê daxuyaniya çapemeniyê da. Rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sîvîl, hiqûqnas, ji gelek aliyan gelek kes tevli daxuyaniya çapemeniyê bûn. Li eywana civînê pankarta "Ew ê têkoşîna me ya jinan neyê astengkirin" hat daliqandin.    Kurdiya metan çapemeniyê endama komeleya Bêrivan Saruhan, tirkiya wê jî parêzera komeleyê Esrar Bîber xwend.    Di daxuyaniyê de jinan bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî dan.    Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"   Di encama polîtîkayên zayendperest ên ku ji teref daraza ku bi awayekî serbixwe tevnagere û bi îqtidara mêr desthilatdar re dimeşe, çalakiyên gelek hevalên me yên ku di warê mafên jinan de têdikoşin bi binçavkirin û astengkirinên demên dawî hewl didin ku krîmînalîze bikin.   Îqtidar hemû kesên ku li hember polîtîkayên dijminê jinan, zayendperest û neteweperwer disekine; û polîtîkayên azadîxwaz, wekheviyê, jiyaneke mirovane diparêze weke terorîst nîşan dide, êrîşên xwe yên li ser wan didomîne.    Binçavkirina Parêzvana mafên mirovan û mafên jinan û Seroka Komeleya me Dîlek Başalan ku bi salan e ji bo li hember tundiyê di warê gihaştina mekanîzmayên çareseriyê yên jinên Kurd ên li Stenbolê dijîn kedê dide, hevalên me yên TJA’yî ku di têkoşîna jinên Kurd de çalak in û jinên ku li Navenda Çanda Mezopotamyayê, di warê mafên çandî yên jinên Kurd dixebitin; ceribandana bêdengkirina jinên kurd ên ku li hember binpêkirina mafên curbecur têdikoşin.   Em ji bo ku bibêjin em dev ji têkoşîna xwe ya li hember tundiya mêr û dewletê ku ya li ser jinan her diçe zêdetir dibe û netenêtiya hevalên xwe nîşan bidin li vir in.    Di dema ku me ji bo parastina destkeftiyên ku di encama têkoşîna xwe ya demdirêj de bi dest xistine, ji bo pêkanîna polîtîkayên wekheviyê û ji bo cîhaneke bê şer û îstîsmar têdikoşin, em her tim bi êrîş, zext û feraseta mer û dewletê ya serdest re rûbirû dimînin. Mekanîzmayên hiqûqî bi îdianameyên ku kopiyên hev in û hincetên binçavkirinê yên bê delîlên şênber ji bo tirsandina her kesê ku têdikoşe vediguherînin amûrekê. Desthilatdariya ku bi awayekî eşkere dixwaze pêşî li têkoşîna me ya femînîst bigire, êrîşên xwe yên li dijî jinan zêde dike û girantir dike.   Li ser hevalên me yên jin ên hatin binçavkirin 24 saetan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re  û di dosyeya lêpirsînê de jî biryara sînordarkirinê hat dayîn.   Nayê qebûlkirin  ku hevalên me yên jin beriya hilbijartinên herêmî bêyî pêkanîna bangewaziyê bi komî bên binçavkirin.   Li Tirkiyeyê bi awayekî pir keyfî destwerdana maf û azadiyên bingehîn tê kirin.   Pêvajoyek ku tê de jinên têkoşer, siyasetmedarên jin û parêzvanên mafan dibin hedefa darazê û gefên cezakirinê li wan tê kirin. Bikaranîna zêde û derhiqûqî tedbîrên parastinê yên weke girtin û binçavkirinê li ser jinên têkoşer ên Kurd nîşan dide ku li hember me hiqûqa dijmanane tê meşandin.   Lê belê, em ji vir careke din û bi hêztir radigihînin ku: li hember polîtîkayên we yên êrîşker û siyaseta we ya qirêj em ê dev ji têkoşîna xwe ya ku em ji bo ked, laş, nasname, çand û hebûna xwe dimeşînin bernedin! "   Civîna çapemeniyê bi çepikan bi dawî bû.