Di Nobeta Edaletê de 'israra têkoşînê' 2024-01-17 14:17:28     STENBOL - Li Stenbolê di roja 36'emîn a Nobeta Edaletê de serdanên ji bo piştevaniyê dewam dikin. Di nobetê de "israra ji bo têkoşînê" derket pêş.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin. Rêxistina DEM Partî ya navçeya Sancaktepeyê, Rêveberên DEM Partî yên Ataşehirê, rêveberên MATUHAYDER'ê û gelek kes hatin serdana nobetê.     Di çalakiya nobetê de pankratên "Ji bo avakirina jiyaneke azad em tecrîdê têk bibin, em bibin dengê zindanan","Ji bo edaletê em tecrîdê têk bibin ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" hatin vekirin. Xizmên girtiyan berdilkên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Di çalakiya nobetê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Jinên flamayên bi rengê "kesk û sor û zer" li dora serê xwe gerandin hatin serdana nobetê.    'Roj roja azadiya serokê me ye'   Yek ji welatiyên tevli çalakiyê bû axaftineke kurt kir û got divê hemû jin azad bibin. Her wiha got:"Roj roja azadiya serokê me ye."   Her wiha di çalakiya nobetê de hat gotin ew ji bo daxwaza xwe ya têkbirina tecrîdê bi israr in. Hat gotin ji bo daxwaz bê qebûlkirin çalakiyeke wiha hatiye destpêkirin û ew bejna xwe li ber têkoşîna girtiyên di grevê de ditewînin.    Çalakiya nobetê bi gotina stranên kurdî û bi çepik û dirûşman dewam dike.