Li Osloyê dewreya perwerdeyê ji bo jinên kurd hat lidarxistin 2024-01-17 12:13:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tevgera Azadî li Osloyê bi hevkariya Akademiya Jineolojiyê dewreyek ya perwerdeya 3 rojan ji bo jinên Başûrê Kurdistanê li dar xist.   Di rojên 12-13-14’ê Çileyê de Rêxistina Jinan a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li paytexta Norvec Osloyê bi hevkariya Akademiya Jineolojiyê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewreyek a perwerdeyê ji bo jinên Başûrê Kurdistanê li dar xist. Her wiha ji welatên cuda yên Ewropayê jî 15 jin beşdarî perwerdeyê bûn.   Di nava sê rojên dewreya perwerdeyê de mijarên weke rewşa siyasî û civakî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, dîroka tevgera azadiya jinên Kurdistanê û jineolojî, hişyarkirina jinan li ser dîroka xwe û pêwîstiya xwe rêxistinkirina jinan hatin nîqaşkirin.   Her wiha li ser pirsgirêkên civaka Kurd û jinên Kurd ên li welatên Ewropayê, pirsgirêkên Kurdistanê û bandora wan a li ser civaka li derveyê welat, bi tevlîbûna rasterast a takekesan di çareseriya pirsgirêkan de nîqaşeke berfireh hate kirin. Di nava nîqaşan bal kişandin ser pêwîstiya tevlîbûna jinan a ji bo çareseriya pirsgirêkan û girîngiya pêşengiya jinê di birêxistinkirina jin û civakê de.   Wek çareserî jî teqezî li ser felsefe û Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku ji stûnên demokrasiya rasterast, ekolojî û azadiya jinê pêk tê hate kirin. Jinan di nava guftugoyan de qala girîngiya nêzîkatiyên jin-jineolojiyê di guhertina zîhniyetê de û avakirina pergaleke alternatîf a ku bersivê bide pirsgirêkên roja îro.   Jinan di êvarên her sê rojên dewreya perwerdeyê de, bernameyên çandî û hunerî li dar dixistin ku yek ji wan jî belgefîlma li ser fermandara yekîneyên jin ên Şengalê ku di êrişên 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, kolekirin û kirîn û firotin, hate nîşandan.   Jinên Başûrê Kurdistanê ku piraniya wan ji endamên Rêxistina Jinan a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bûn û beşek jî çalakvanên sivîl pêk bûn plansaziya xwe ji bo dema bê sazkirin û piştre beşdariya xwe ji bo pêgava ‘Azadî ji bo Ocalan’ nîşan dan.