Şêniyên Mexmûrê êrişên li ser Rojava şermezar kirin 2024-01-17 11:00:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Mexmûrê bi daxuyaniyekî êrişên hovane yên li ser rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezarkirin û gotin: “Rojava ne bi tenê ye û nehêlin bi tenê.”   Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezarkirin. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna xebatkar û xelkê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Endama Kordînasyona Meclisa Îştar Sultan Yildiztan ve daxuyaniyek hat dayîn.   Sultan Yildistan di destpêka axaftinên xwe de pakrewanên Rojavayê Kurdistanê bibîranî û got: “Em wek xelkê Mexmûrê êrişên dewleta Tirk ên li ser xelkê me yên Rojava bi tûndî şermezar dikin. Dixwazin bi van êrişên hovane, xelkê me bitirsînin. Binesazî û gel tên hedefgirtin. Bi zanabûn zarok û jinan qetil dikin. Derbeyên giran ji hêzên gerîla dixwin û nikarin li çiyayê Kurdistanê li hember gerîla şer bikin. Ji ber wê jî berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê û komkujiyan pêktînin. Ev êriş dijî zagonên şer e. Wê nekarin me tûne bikin.   Hêzên koalîsyonê li wir çi kar dikin? Em wan hêzên koalîsyonê ku xwe ji van êrişan re bêdeng dikin, bi tûndî şermezar dikin. Bêdengî hevkariye. Divê hêzên koalîsyonê bersivek bidin û nehêlin êriş çêbibin. Em bang li Gelê Kurd dikin, gelê Rojava ne bi tenê ne û bi tenê jî nehêlin. Rojava rûmeta me ye. Bi hezaran keç û xortên vî welatî, ji bo rizgariya xaka Rojava canê xwe feda kirin. Em wek xelkê Mexmûrê van êrişan bi tûndî şermezar dikin û bang li hêzên koalîsyonê dikin, bêdeng nemînin. Wê serkeftin bibe ya gelê Rojava.”   Piştî daxuyaniyê, dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Rêber Apo’ hatin berzkirin.