Martinez Sustatxa: Dewlet girtiyan biçûk dixîne 2024-01-17 09:05:43     Gulistan Gulmuş   AMED -  Îtzîar Martînez Sustatxa ya Îspanyayî ku tevli konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” bû diyar kir ku polîtîkayên dewletê yên li girtîgehan girtiyan biçûk dixîne û got têkoşîna li dijî vê gelek girîng e.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di 13-14’ê Çileyê de konferansa bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” pêk anî û du rojan berdewam kir. Ji welatên cuda jinên siyasetmedar, hiqûqnas, aktîvîst tevli bûn û her wiha ji Kurdistan û Tirkiyeyê jî gelek jin tevil konferansê bûn. Di konferansê de binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan hat nîqaşkirin û bi atolyeyên hatin kirin der barê pirsgirêkên ku girtî dijîn de rêbazên çareseriyê hatin nîqaşkirin.  Yek ji kesên tevli konferansê bibû Itziar Martinez Sustatxa bû. Itziar li Îspanyayê di 21 salî de ji ber tevlibûna çalakiyên polîtîk hatibû girtin û piştî hat girtin li girtîgehên Madrid, Malaga, Coruña, Avila, Araba, Palencia û  Salamanca yên Îspanyayê 20 salan girtî dimîne. Li girtîgehê perwerdeya rojnamegeriyê didomîne û di 2012’an de tê berdan. Îtzîar tevli partiya Sortu ya li Herêma Bask faliyetan dimeşîne dibe. Ligel xebatên partiya siyasî ji bo girtiyên siyasî yên Baskî jî xebatan bimeşîne û di vê mijarê de bi rêxistina civaka sivîl SARE re dixebite.  Îtziar Martinez Sustatxa di konferansê de tecrubeyên xwe parve kir û her wiha ji JINNEWS’ê re jî nirxandin kir.   ‘Dewlet li girtîgehan hewl dide mirovan biçewisîne’   Îtzîar bi lêv kir ku dewlet bi dîlgirtina mirovan hewl dide têkoşîna wan biçewisîne û wiha got: “Dixwaze li girtîgehan mirovan tune bikin. Li Ewropayê ji ber tevli tevgerên netewperest û sosyalîst bûm û min mafê welatê xwe parast ez di 21 salî de hatim girtin. Tiştên hatin kirin zilm bû. Hîna jî maf tên binpêkirin. Pergal dixwaze me wisa tune bike, me bişkîne. Divê em li dijî vê pergalê têbikoşin. Ger ku em têbikoşin em ê ji bin vê rabin. Bi salan e em ji vê rewşê para xwe digirin. Dewlet li girtîgehan dixwaze mirovan biçewisîne. Ev işkence ye. Ev tehdîd e. Dixwaze mirovan tune bike.”   ‘Li gorî dewletê rêbaza cezakirinê ye’   Îtzîar balkişand ser binpêkirinên mafan ên dema girtina xwe û wiha bi lêv kir: “Ez dikarim li ser navê xwe hinek tiştan bêjim. Dema li Îspanyayê bûm bi van rewşan re hatim rû hev. Di salên 20’î de hatim girtin û her tim her tişt diguherî. Ji bo girtina mirovan hewce bikira hiqûq jî diguhertin. Lê divê dewlet li gorî hiqûqê tevbigere. Beriya her tiştî divê mafê girtiyan biparêze. Divê mafê mirovan li her derê hebe. Li girtîgehan hebe. Di civakên demokratîk de ev ferz e. Dema em der barê mafên xwe de diaxivin dewlet tenê girtiyan biçûk dixîne. Armanca wan ne pêkanîna edeletê ye. Li gorî dewletê ev rêbaza cezakirinê ye.”   Îtzîar di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîn bê dayîn û wiha dirêjî dayê: “Li her derê guherîn dibe. Li hundir jî dibe. Demekê li Îspanyayê jî ev dibûn. Hiqûq pêk nedihat lê niha li gorî berê hinek be jî hiqûq heye. Li her derê cîhanê li girtîgehan pirsgirêk tên jiyîn. Em li dijî vê têdikoşin. Divê  em li dijî vê bixebitin. Divê nêzîkatiya li hember girtiyan bê başkirin.”