Çalakiya Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 43'yan de dewam dike 2024-01-16 16:13:16   WAN - Nobeda Edaletê ya li Wanê dest pê kir di roja 43'yan de berdewam dike, di çalakiyê de peyama "berxwedanê hembêz bikin" hat dayîn.   Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY-DER) û malbatên girtiyan re di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li Wanê hatiye destpêkirin, di roja 43'yan de dewam dike. Çalakiya nobedê ya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê dewam dike. Rêveberên DEM Partî û Partiya DBP'ê ya Rêya Armûşê û welatiyên li Taxa Buzhaneyê çûn serdana Nobeta Edaletê.    Ji welatiyên Taxa Buzhaneyê Necmi Ozturk Nobeta Edaletê silav kir û got çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin.