Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin 2024-01-16 09:50:40   STENBOL - Di serdegirtina malan a serê sibehê de çalakvanên Nobeta Edaletê, Seroka Komeleya Dema Jinan Dilek Başalan û Hevseroka HDP'ê ya Geverê ya berê Selcan Saygi jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.    Bi serdegirtina malan a serê sibehê çalakvanên Nobeta Edaletê Fince Akman, Kumri Akgul û Gulsum Ozturk, endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bedia Gokguz, Seroka Komeleya Dema Jinan Dilek Başalan, Hevseroka HDP'ê ya Geverê ya berê Selcan Saygi jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn Selcanê li balafirgeha Stenbolê hatiye binçavkirin.    Hat hînbûn kesên hatine binçavkirin birine Muduriyeta Emniyeta Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Sedema operasyonê nehat hînbûn û hat diyarkirin ku dibe ku hejmar zêde bibe.    11 kes hatin binçavkirin   Kesên hatine binçavkirin û navê wan hatine hînbûn wiha ne: Çalakvanên Nobeta Edaletê Fince Akman, Kumri Akgul û Gulsum Ozturk, endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bedia Gokguz, Seroka Komeleya Dema Jinan Dilek Başalan, Hevseroka HDP'ê ya Geverê ya berê Selcan Saygi, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Suna Kaymaz, Vetha Bingol, Fatma Yilmaz, Sihat Yilmaz û Yusuf Açar.