‘Yekane armanca pêngava 10'ê Cotmehê azadiya Birêz Ocalan e' 2024-01-16 09:03:17   Melek Avci    ENQERE - Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut diyar kir ku ew ê di çarçoveya pêngavê de di 17'ê Sibatê de bi beşdariya mîlyonan mîtîngeke cîhanî li dar bixin û diyar kir ku amadekarî tên kirin ku heyeteke ji parêzer û parlamenteran pêk tê ji Ewropayê biçe Îmraliyê. Zubeyde got: "Armanca yekane ya pêngava 10'ê Cotmehê azadiya Rêbertiyê ye."   Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 34 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Li gelek welatên Ewropayê jî rojên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan hatin organîzekirin, xebatên dîplomasiyê ya navneteweyî hatin meşandin, meş û nobet hatin lidarxistin.    Bi nêzîkbûna salvegera komployê re li Ewropayê amadekariya mîtîngeke mezin tê kirin. Mîtîng dê di 17'ê Sibatê de bê lidarxistin. Her wiha amadekariyên ji bo heyetek were Tirkiyeyê û serdana Girava Îmraliyê bike jî didome. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut têkildarî pêvajoya pêngavê û pêvajoya pêş de nirxandin kir.   "Plana ku ji aliyê me û dostên me ve hatibû plankirin ew bû ku bi boneya sala 74’an a Rêbertiyê û bidawîbûna mafê hêviyê, li 74 navendan hemle were destpêkirin, lê hemleya ku di 10'ê Cotmehê de hat destpêkirin gihaşt 100 welatan. "   * Çalakiya "Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ji 10'ê Cotmehê ve dewam dike. Pêvajoya kampanyayê çawa dimeşe, eleqe çawa ye?   Ev pêngav di 10’ê Cotmehê de hat destpêkirin, lê beriya 10’ê Cotmehê bi salan li dijî tecrîdê û azadiya Rêbertî kampanya hatin kirin. Lê niha hewce bû kampanyayeke ku encam bide bê destpêkirin. Cûdahiya ji kampanyayên berê ew e ku li Ewropayê kampanya hat destpêkirin. Pêşengên vê jî dostên Kurdan ên ji aliyê Rêbertî ve hatine afirandin. Me careke din sedema sereke ya ku ev dostên kurdan hatin cem hev dît. Pirtûkên Rêbertiyê xwendine, felsefe û paradîgmaya wî şopandine, têkoşîna wî û giraniya wî ya 25 salan a li Girava Îmraliyê û çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn ji nêz ve dizanin. Plana ku ji aliyê me û dostên me ve hatibû plankirin ew bû ku bi boneya sala 74’an a Rêbertiyê û bidawîbûna mafê hêviyê, li 74 navendan hemle were destpêkirin, lê hemleya ku di 10'ê Cotmehê de hat destpêkirin gihaşt 100 welatan. Piştî ku hêzên tarî yên navneteweyî Rêbertî radestî Tirkiyeyê kirin, gelek serhildan çêbûn, hikûmetan hewlda wan bitepisîne, lê niha bi derketina PKK’ê re 50 sal in tu hêz nekariye têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd a ku tê meşandin têk bibe. Ev yek bi bingehên xurt ên Têkoşîna Azadiya Kurd a ku Rêbertî ava kiriye, li ser bingeheke xurt hatiye avakirin. Zihniyetek hebû ku Rêbertiyê teslîm bigire û tevgera kurd tasfiye bike, lê bi ser neket. Dema ku di sala 1999’an de planên vê zîhniyetê bi ser neketin, weke hûn jî dizanin wê demê darvekirin di rojevê de bû, lê ev yek berovajî bû, çawa; Bi sedan ciwanan bi agirê bedena xwe ev komplo pûç kirin. Li aliyê din jî planên van hêzên navneteweyî bi ser neketin. Têkoşîna kurdan ev plan pûç kir. Berxwedana ku Rêbertî 25 sal in li Îmraliyê dimeşîne û hildiberîne, biryarên hemû hêzên komploger ên navneteweyî pûç kirine.   “Birêz Ocalan yekane navnîşana ku dikare alozî, krîz û şerê niha li Rojhilata Navîn diqewime çareser bike, gelek kes gihîştine vê encamê.”   * Giringiya vê pêngava dîrokî ji bo kurdan û tevahiya Rojhilata Navîn çi ye?   Vîna bi milyonan kesî li Îmraliyê hatiye dîlgirtin. Tê zanîn ku ev dîlgirtin ne tenê ji hêla hêzên tarî yên li Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Hêzên navneteweyî naxwazin pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin û ji ber vê yekê jî 25 sal in Rêbertiyê dîl girtine. Ji xwe em nikarin tenê wekî girtîgehen lê binêrin. Ev şert û mercên bi serê xwe pêkanîneke taybet e û îşkenceye. Li vir her ku diçe tecrîd giran dibe. 3 sal jortir e agahî nayê girtin û ji malbat û parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Li vir çi diqewime nayê zanîn. Derbarê tenduristî û rewşa wî de tu agahî nîne. Berê dîsa car caran agahî dihatin, Lê niha tu agahî nayê girtin. Divê dînamîkên civakî rol û misyona xwe bînin cih. Helbet heval, yên ku felsefe û paradîgmaya Rêbertiyê digirin dest, dizanin ku pirsgirêka kurd heye, lê her kes dizane ku navnîşana çareseriya wê Îmraliye. Di pêkanîna vê û naskirina statuya kurdan de pirsgirêk heye. Niha pirsgirêk derketiye holê, çareserî tê zanîn û divê di zûtirîn dem de gav bên avêtin. Birêz Ocalan yekane navnîşana ku dikare alozî, krîz û şerê niha li Rojhilata Navîn diqewime çareser bike, gelek kes gihîştine vê encamê. Ev rol û mîsyona dîrokî dikeve ser milê me kurdan, dostên me hene û ev der her ku diçe berfireh dibe, lê divê kurd vê gavê hîn mezintir bavêjin. Ji 7’an heta 70’î divê her kes li ser vê tevgerê bisekine û dema li ser vê bisekine jî armanc ew e ku di zûtirîn demê de tecrîdê bişkînin, dengê Rêbertî bibihîzin û azadiya fîzîkî misoger bikin. Divê ev yek tenê kombûna kurdan û dînamîkên kurdan be.   “Rewşa CPT ew e ku êdî bûye saziyeke ku di bin kontrola siyasetê de ye. Divê rola xwe ya serbixwe bilîze, ango vegere ser erk û berpirsiyariya xwe ya sereke. Daxwaza pêngava ku di vê xalê de ji aliyê me û hevalên me ve hatiye destpêkirin ev e ku ev sazî û hêzên navneteweyî bikevin nava tevgerê."   * Em dizanin ku bêdengiya hêzên navneteweyî dewam dike û heta niha di derbarê tecrîdê de axaftin û çalakî derneketine holê, dema ku ev tevgera gerdûnî li pêş çavên van saziyên li Ewropayê dewam dike, gelo ji aliyê saziyan ve bersiv tê dayîn? Ma ew vê yekê dişopînin?   Heya niha bersivek fermî nehatiye dayîn, lê ew li me temaşe dikin. Em dizanin ku gelek deman çawa li me temaşe dikin. Li hêza Kurdan û dostên di nav wan de dinêrin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku CPT saziyeke serbixwe ye, ev saziya serbixwe xwedî erk û berpirsyarî ye ku biçe pergala Îmraliyê lêkolîn bike, ji Rêbertî agahiyan bigire û van raporan bi raya giştî re parve bike. Lê tu bertek ji CPT’ê nayê. Çûyîna li Îmraliyê di medyayê derket holê û lê hevdîtin pêk hatiye an na nayê zanîn û ji raya giştî re nehat parvekirin. Helwesta CPT’ê niha di bin kontrola siyasetê de ne û rola xwe ya serbixwebûnê winda kiriye. Divê CPT vegere ser berpirsiyariya xwe. Rawestandina îşkenceyê di bin berpirsiyariya CPT'ê de ne. Her wiha rola Ewropayê jî girîng e. Ewropa navenda komployayê ye. Ji ber ku tenê Tirkiye nîne û her wiha hêzek wisa ya Tirkiyeyê jî nîne. Di nav de NATO heye, hêzên navneteweyî heye. Ji ber vê jî Ewropa dikare biryara rakirina tecrîdê û azadiya Rêbertiyê bide. Ji ber vê jî li Ewropa destpêkirina vê hemleyê dîrokî ye û girîng e. Saziyên ku biryarê digirin CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Parlamentoya Ewropayê û gelek saziyên din li vir in. Divê Ewropa rola xwe bilîze.    “Gelek çalakî û bername berdewam in. Ji bo şandina kartpostalan me li Ewropayê 100 hezar hedef danî li ber xwe Armanca me ji şandina van kartpostalan hilweşandina pergala Îmraliyê ye. Divê her kes bi şandina kartpostalê vê pergalê hilweşîne.”   * Pêngava ku hatî destpêkirin berdewam dike, heta niha di vê çarçoveyê de çi hatiye kirin û heta ku tecrîd rabe û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe dê plansaziyeke çawa bikin?    Çalakiya me li 74 navendan dest pê kir û lê ji 100 zêdetir navenda pêk hat. Li Strasburgê nobet pêk hat, li gelek deveran çalakiya konvedanê pêk hat û bi belavkirina broşûran me derbarê Rêbertiya xwe de bangewazî kir. Li dijî tecrîdê meş û mîtîng hatin lidarxistin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk gelek çalakî û bername hatin lidarxistin. Di vê pêvajoyê de hemû plansaziya me li ser esasî azadiya Serokatiyê tê kirin. Hemû rêxistinên me yên jin û ciwanan û parçeyên din tenê rojevek danîne li ber xwe û ev jî azadiya Serokatiyê ye. Li gelek deveran rojên xwendina pirtûkên Serokatiyê hatin organîzekirin. Ne tenê li Ewpoyê li gelek deverên cuda 150 deveran ev roj hat organîzekirin. Eleqeyeke mezin hat nîşandin. Tenê li vir xwendin têr nekir û hîn akademîsyen li zanîngehan da nîqaşkirin û bû naveroka dersan jî. Her wiha niha le Ewropayê çalakiya şandina kartpostalan hat destpêkirin. Armanca me ev ê ku em 100 hezar kartpostal bişînin Îmraliyê. Em hewl didin ku bi vê rengî pergala Îmraliyê têk bibin. Em hewl didin ku bila bê zanîn ku Serokatî ji bo kurd û dostên kurdan tê çi wateyê. Em hewl didin ku 100 hezar kartpostalên xwe heta 15'ê Sibatê bişînin Îmraliyê.    Li pêşiya me plansaziya gelek çalakî û bername hene. Amadekariya me ya şandina şandeyekî heye. Ev şande dê ji parêzer, hirqûqnas û parlamenteran pêk bê. Ji bo serlêdana çûyîna li Îmraliyê amadekarî tên kirin. Her wiha ji 15'ê Sibatê re kêm roj mane. Kurd bi berxwedanê roja reş ronî kir. Lê belê me nekarî em Serokatiya xwe azad bikin. Em ê di 17’ê Sibatê de li Ewropayê mîtîngeke mezin li dar bixin. Em xwe bighînin bi milyonan kesî. Me seferberî îlan kir û divê bi milyonan kes dakevin qadan. Li Kolna Almanyayê milyonek kurd dikare bê cem hev. Hatina wan li cem hev ne ewqas zehmet e. Divê em azadiya Rêbertiya xwe li Ewporayê bînin ziman û ragîhinin li tevahiya cîhanê. Ev berpirsiyariya me ya dîrokî ye.    *Di dawiyê de derbarê hemleyê de ji bo gel hûn dikarin çi bangewaziyê bikin?   Divê herkes xwedî li vê hemleyê derkeve û înîsiyatîfê bigire. Dema gel înîsiyatîfe bigire dê encamekî derkeve holê. Dema civak bikeve devrê dewlet neçare ku li ser masê kom bibe û Rêbertiyê muxatab bigire. Ji ber vê yekê jî divê gel tevî pêngavê bibe û di çalakiyan de cih bigire. Divê em bi hev re bibin ku em Rêbertiya xwe bi hev re azad bikin."