'Divê herkes li Nobeda Edaletê xwedî derê' 2024-01-15 19:16:25   STENBOL - Di çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê berdewam dike de wiha got: “Bi taybetî kesên ku behsa demokrasî û edaletê dikin divê vê çalakiyê hembêz bikin. Ji bo şikandina tecrîdê pêwîste hemû gel di serî de gelê Kurd dengê xwe bilind bikin û banga xwedîderketina li çalakiyê hate kirin.   Xizmên girtiyan çalakiya Nobeda Edaletê ya ku di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasi" bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda giran a li Îmraliyê de tê girtin ku dabûn destpêkirin dewam dikin. Nobeda li navçeya Sancaktepe ya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) tê dewamkırın jı alıyö rêveberên DEM Partiyê yön Tûzla, Pendik, navçeya Maltepe û hevserokên Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER) Mehmet Bogakan û Kamîle Kandal, rêvberên Komeleya Pıştevanıya Hıqüqî ya bi Malbatên girtî û hukumxaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê ve hat ziyaretkırın. Gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê.   Dırûşim hatin berzkirin   Di çalakiyê de pankartên bi Kurdî û Tirkî, “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişkînin, ji zindanan re bibin dengê” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Li salona ku nobedê lê dihat girtin xizmên girtiyan pêşmalkên spî yên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin û gelek caran dirûşmên  "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   Bangek ji bo xwedîderketina Nobeda Edaletê   Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat li Nobeda Edaletê axaftineke kin kir, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û destnîşan kir ku divê hemû pêkhate piştgiriyê bidin çalakiyên li dijî tecrîdê. Kerem wiha dewam kir, “Li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî heye. Ev rewşa tecrîdê roj bi roj girantir dibe. Li ser vê yekê girtiyên siyasî yên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Em bang li herkesî dikin ku destekê bidin vê çalakiya ku di zindanê de pêk hat û hemû aliyên ku di vê çalakiyê de cih girtine. Bi taybetî kesên ku behsa demokrasî û edaletê dikin divê xwedî li çalakiyan derkevın. “