Li Edene û Mêrsînê 43 roj in nobed didome 2024-01-15 16:52:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Mêrsîn û Edenê di roja 43'yan de berdewam dike û di çalakiyê de banga mezinkirina piştevaniyê li gel hat kirin.   Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Mêrdîn Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.     Edene    Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER), li Edenê Nobeda Edaletê hat destpêkirin û nobet 43 roj in didome. Îro Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Seyhanê serdana çalakiyê kir.    Di nobetê de rêveberê DEM Partiyê ya Seyhanê Mehmet Can Aktaş axivî û got: "Tecrîd bandorê li tevahiya civakê kiriye. Divê Abdullah Ocalan azad bibe. Bi azadiya Ocalan dê civak azad bibe.    Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin.   Mêrsîn    Ji hêla Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) ve li Mêrsînê Nobeta Edaletê hat destpêkirin û nobet 43 roj in didome. Dayikên Aştiyê û gel ji bo piştevaniyê serdana çalakiyê kirin. Her wiha namzetên şaredariya DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz, Nûray Arsalan û rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyê serdana çalakiyê kirin.    Hevserokê Çukurova TUAY-DER Ergîn Altuntaş, axivî û destnîşan kir ku divê xwedî li berxwedanê derkevin û wiha bi lêv kir: "Ji bo têk birîna tecrîdê divê em bibin dengê girtiyan."   Ji Dayikên Aştiyê Raziye Soner, jî destnîşan kir ku daxwaza rakirina tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî dikin û got: "Heta dawiyê dê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin. Ez bang li dayikan dikim ku tevlî çalakiyan bibin."