‘Kongra Star ji hemû jinên ji pêkhateyên din re bû hêz’ 2024-01-15 16:09:35     KOBANÊ – Jinên li Kobanê têkidarî salvegera damezrandina Kongra Star diyar kirin ku Kongra Star ji hemû jinên ji pêkhateyên din re bû hêz û wiha gotin:” :”Bi hevpeymana civakî jî rol û mîsyona jinan derketi pêş. Gelek xalên ku mafên jinan diparêzin di vê hevpeymanê de hene. Ev xebatana ji pêkhateyên din re jî bû mînak. Vêya bandorek li ser avakirina Yekîtiya Jinên Suryan jî kir. Kombûna Jinên Zenûbya jî mînakek bi vî rengî ye. Di vê yekê de rola Kongra Star hebû. “   Yekitiya Star di 15’ê Çileya 2005’an de hat damezrandin, bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Yekitiya Star gavên mezin avêt û dikaribû bi mezinbûna xwe tevahî jinan hembez bike ku ji Yekitiya Star derbasî Kongra Star bû. Endama Koordîsyano Kongra Star Remzîye Mihemed û Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn têkildarî mijarê nirxandin kirin.    ‘Di destpêkê de Yekîtiya Star hat avakirin’   Endama Koordîsyano Kongra Star Remzîye Mihemed di destpêkê de 19’emîn salvegera Kongra Star li jinên têkoşer, li Kongra Star, li YJA STAR, li jinên di zindanan de li berxwe didin pîroz kir û wiha got:”Di destpêkê de Yekîtiya Star hat avakirin. Piştre wekî Kongra Star li Rojavayê Kurdistanê wekî rêxistina jinan hat avakirin. Ji bo jin xwe bi rêxistin bikin, hebûna xwe bidin diyarkirin, her wiha ji bo jin ka wê çawa ji bo doza xwe têkoşînê bikin, jin çawa ji bo azadiya xwe dikarin xebatê bidin meşandin pêdivî bi damezrandina Kongra Star hebû. Her wiha piştî derbasbûyina tevgera azadiyê ya Kurdistanê ya li Rojava ev girîngî hat dîtin ku êdî jin di nava tevgerê de berxwedaneke mezin dikin. Mînakeke herî girîng berxwedana Şehîd Sara ye.”   ‘Di bin zextan de karê Yekîtiya Star dewam kir’   Remziyeyê bal kişand ser zextên Rejîma BAAS’ê û li dijî vê yekê dewamkirina têkoşîna jinan û wiha lê zêde kir:”Li ser pêwistiyan biryar hat dayin ku Yekîtiya Star bê avakirin û di 15’ê Çileya 2005’an de Yekîtiya Star bi tevlîbûna gelek jinên li Sûriyeyê hat avakirin û bi vê re me dest bi kar û xebatên xwe kirin. Wê demê ji ber zextên rejîma BAAS’ê bi rengekî veşartî xebatên xwe didan meşandin. Di wê demê de digotin ji xeynî BAAS’ê nabe ku tu rêxistin û partî bên avakirin. Di bin van şert û mercan de jî dîsa Yekîtiya Star dest bi kar û xebatên xwe kir û bi taybet di nava gelê kurd de xebatên xwe da meşandin. Ev yek ji bo kombûna jinan û ji bo jin doza xwe nas bike girîng bû. Heta me xwe gihand asteke berfireh a rêxistinbûyinê me kar û xebatên xwe dewam kirin.”   ‘Di nava malbatan de jî serdestiya mêr dihat meşandin’   Remziyeyê da zanîn ji bo zihniyeta serdest têk biçe wan li berxwe dane û wiha pê de çû:”Me xwest em li Rojavayê Kurdistanê û li tevahiya Sûriyeyê bi awayekî eşkere wekî fermî kar û xebatên xwe bikin. BAAS’ê ev yek li jinan û li hemû civakê qedexe dikir.  Di dema rejîma BAAS’ê de her jin ji karê siyasî, hiqûqî, civakî, xwedin û karê çandê bêpar bûn. Bi taybet jî êrişên mezin li ser gelê kurd dihat. Loma jî di nava malbatan de jî serdestiya mêr dihat meşandin. Digotin bila jin dengê xwe nekin. Digotin bila nêrîna jinan di nava malbat û civakê de tune be. Zihniyeta serdest dixwest biyara jinan a di nava civakê de tunebe, rol û mîsyona jinan a di vî alî de tune be. Loma jî kombûna li dora rêxistinbûna xwe ya jinan girîng bû. Ji bo jin rastiya dîroka bizanibin ji bo jin têbikoşin xebatên Yekîtiya Star girîng bûn. Zanistek jî di nava jinan de ava dikir. Wê jin di warê têkoşînê de pêşengiyeke çawa bike ? Ev jî wekî Yekîtiya Star hat fikirandin.”   ‘Ev berhemên rêxistinbûyin û zanista jinê ye’   Remziyeyê bi lêv kir ku mînakên jinan ên şoreşê gelek in û wiha got:”Di destpêka şoreşê de rola ji aliyê jinan ve hat lîstin girîng bû. Ev bingehek bû. Ji ber dema tu şoreşekê dest pê bike bingeheke te ya rêxistinî hebe tu yê bikaribe bi rengekî rast dest bi şoreşa xwe bike. Ev jî bi rastî berhemên Yekîtiya Star û Kongreya Star bû. Ev berhemên rêxistinbûyin û zanista jinê ye. Mînakên mîna Şîlan Bakî ku ji Kobanê derket, Arîn Mîrkan, Silava her wiha gelek şehîdên azadiyê mînakên vê rêxistinbûyin û zanistê ne. Wan di nava şoreşa me de roleke mezin lîstine. Cihgirtina di nava Rêveberiya Xweser jî bingehe xwe ji rêxistinbûyina Yekîtiya Star û Kongra Star digire. “     ‘Navê şoreşa me şoreşa jinê ye’   Remziyeyê da zanîn ku gelek xebatan jinan pêşengî jê re kirine û wiha got:”Wexta pergala hevserokatiyê di Rêveberiya Xweser de hat pêkanîn Kongra Star wê demê piştgiriyeke mezin jî da vê yekê. Dîsa bi pêşengtiya jinan gelek hemle li dijî DAÎŞ’ê jî hatin kirin. Dîsa di warê avakirina kooperatîfên ji bo aboriyê jî jinan kiriye. Gelek xebatên ku jinan pêşengî jê re kirine hatine kirin. Her wiha navê şoreşa me jî şoreşa jinê ye. “   Xebatên Kongra Star    Remziyeyê da zanîn xebatên Kongra Star gelekî girîng e û wiha got:”Girîngiya xebatên Kongra Star li her qadên jiyanê ne. Bi taybet jî komîn û meclis. Ev lingên esasî yên xebatên Kongra Star in. Akademî û perwerdeyên ji aliyê Kongra Star ve tên pêşxistin jî gelekî girîng in. Me ji komînan , jin tax heta gund û bajaran dest pê kirin. Bi van komînên dihatin avakirin jî rolên malbatan jî derdiket holê. Meclîsên Kongra Star xwe li Rojava, Başûr, Lubnan û li Ewropayê jî bi rêxistin dikin. Kongra Star çiqasî di nava civakê de ewqasî kare xwe xurtir bike. Dikare sîstema xwe din ava civakê de xurt bike. Akadamiyên Kongra Star jî loma girîng in û gelek jê bi navên şehîdan hatin binavkirin. “   Akademiyên perwerdeyê    Remziyeyê da zanîn akademiyên ji bo perwerdeya jinan gelekî girîng in û wiha got:”Bi navê Zeynep Saruhan me akademî ava kirin. Û bi vê re me bersivek li dijî êrişan dan. Me xwest di van akademîyan de bi perwerdeyê kesayetên girîng bidin avakirin k udi nava civakê de bikaribin perwerdeyê bidin. Li van akademiyan perwerdeyên demdirêj jî tên dayin. Her jinek jî dikarin xwe di vir de cih bigirin. Jinên xwedî zarok jî dikarin tevli bibin. Ji bo guhertina zihniyeta mêran perwerde ji bo mêran jî hatin dayin. Li Kobanê jî li cihê herî feodal perwerde ji bo mêran hat dayin. Li Şehba û Efrînê jî. Niha gelekî êriş hene û li dijî van êrişana ji bo van êrişana bên sekinandin perwerde girîng e. Her wiha hemû pêkhate dikarin tevlî van perwerdeyan bibin. Li Malê Jinan jî perwerde tên meşandin. Ji bo jin pirsgirêkên xwe çareser bikin ev perwerde tên dayin. Dema pirsgirêk di nava hevjînan de rû didin jî loma hevjîn ji bo çareseriyê tên Mala Jinê. Her kes Mala Jinê wekî cihê çareseriyê dibînin. Mala Jinê li dijî polîtîkayên şerê taybet jî rolekê dilîze. “   Bingeha Kongra Star   Remziyeyê diyar kir ku jin êdî dikarin mafên xwe biparêzin û wiha got:”Di 2014’an de jî me Qanûna Jinan jî pêşkêşî Meclisa Zagonsaz kirin. Li wir hat erêkirin. Ji bo mafê jinan bê parastin ev girîng e. Çimkî li gelek cihan jin ji mafê xwe bêpar tên hiştin, fedî dikin ku mafê xwe yê mîrateyê bixwazin. Loma bi vê yekê jin dikarin mafê xwe bixwazin û biparêzin. Ji bo ev biryar li her derê pêk bên têkoşîna me didome. Meclisa Edaleta Jin û Mala Jinê loma girîng e. Ev jî bi saya bingeha Kongra Star e. “   ‘Divê em bi rengekî xurt destkestiyên şoreşê biparêzin’   Remziyeyê bi lêv kir ku divê destkeftiyên şoreşê bên parastin û wiha got:”Destkeftiyên şoreşê ji bo wê girîng e. Ger em neparêzin em ê têk biçin. Şoreşê bi navê jinan dest pê kir. Loma pêwist e parastina wê bê kirin. Bi parastina cewherî û civakî ve. Divê em bi rengekî xurt destkestiyên şoreşê biparêzin. Her wiha bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gel Kurd Abdullah Ocalan jî ev destkeftî dikevin binê xetereyê. Wexta em karibin parastina xwe ya cewherî bikin em ê bikaribin xwe ji êrişên dagirkeriyê jî biparêzin. Dema bi felsefeya Rêber Apo bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ têkoşîn pêş bikeve em ê wê bi ser bikevin û bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin. Pêwist e em destkeftiyên xwe mezin bikin. “   ‘Kongra Star bandor li ser jinên din jî kir’   Remziyeyê da zanîn jinên kurd bandora xwe li jinên din jî kirine û wiha got:”Bi hevpeymana civakî jî rol û mîsyona jinan derketi pêş. Gelek xalên ku mafên jinan diparêzin di vê hevpeymanê de hene. Ev xebatana ji pêkhateyên din re jî bû mînak. Vêya bandorek li ser avakirina Yekîtiya Jinên Suryan jî kir. Kombûna Jinên Zenûbya jî mînakek bi vî rengî ye. Di vê yekê de rola Kongra Star hebû. “   ‘Kongra Star bi biryar û zagonên xwe bandoreke mezin û erênî li civakê kir’   Macîde Hesûn  bal kişand ser rola Kongra Star û wiha got:”Damezerandina Kongra Star li hemû jinên azadîxwaz pîroz be. Kongra Star ji bo azadiya tevahî jinan hat damezrandin. Ji bo jin bikaribin biryarên xwe bidin û azadiya xwe biparêzin di nava civakê de rola xwe biparêzin Kongra Star hat avakirin. Kongra Star bi biryar û zagonên xwe bandoreke mezin û erênî li civakê kir.”    ‘Bi avakirina Kongra Star jî parastina jinên ji pêkhateyên din jî hat kirin’   Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn da zanîn jinan Kongra Star ji xwe re wekî cihê stargehê dîtine û wiha got:”Di Kongra Star de jinên kurd, ereb, suryan, aşûr hene. Jinên kurd bi avabûna Kongra Star bandoreke bêhempa li jinên ji pêkhateyên din kirin. Çimkî Yekîtya Jinan wexta xwe ava kir ji bo parastina mafên hemû jinan derket pêş. Bi avakirina Kongra Star jî parastina jinên ji pêkhateyên din jî hat kirin. Jinan jî Kongra Star ji xwe re wekî cihê parastinê dît. Loma jinan xwe di nava Kongra Star de bi rêxistin kirin. Loma hîn zêde li mafê xwe xwedî derdikevin. “   ‘Kongra Star loma xwe di aliyê civakî bi rêxistin kiriye’   Macîde diyar kir ku bi rêxistinbûyina Kongra Star jin dikarin biryarên siyasî, leşkerî û civakî bidin û wiha got:”Kongra Star xwe li ser rêgezên demokratîk ava dike. Jin her tim tên perçiqandin, zor û zehmetiyan dikşînin. Loma rêxistinbûyina jinan û zagonên jinan ên Kongra Star girîng in. Rêxistinbûyina jinan a di aliyê komîn û meclisan de gelekî girîng e. Kongra Star loma xwe di aliyê civakî de bi rêxistin kiriye. Ji bo civakek exlaqî û polîtîk bê avakirin kar û xebatên Kongra Star girîng in.“