Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bîlançoya êrişan aşkera kir 2024-01-15 14:52:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê aşkera kir û got ew êriş şerê qirkirinê ne.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş navenda xwe civîneke çapemeniyê li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdariya hevserokatiya Meclisa Rêveber û hevserokên desteyan li dar xist. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên El Osman bi zimanê erebî û hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.   Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:   “Ji çend salan ve dewleta Tirk şerê qirkirinê li dijî herêmên me dimeşîne. Bi wê re tevahî qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike. Gelek caran sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê li dijî gelê me kirine. Dewleta Tirk li gorî siyaseteke dijminane li dijî gelê me û bi armanca wêrankirina herêmê û ji bo ku şer lê dewam bike, êriş dike. Mîna ku dewleta Osmanî û yên pey wê re hatine, kirin.   Li ser bingeha erka nîştimanî ya sûriyeyî, exlaqî û mirovî divê hêzên çalak ên li Sûriyeyê, rêxistin û aliyên hiqûqî û mirovî van êrişên li dijî herêmên me û encamên wê yên neyînî li ser herêmê nas bikin. Ev êriş, li gel dorpêçkirinê û terora ku li ser herêmê û cîhanê tev de gef e û tengavkirina derfetên çareseriyê, rêgezeke qirkirin û wêrankirina herêmê ye, hedefgirtina nirx û exlaqên civaka navneteweyî li erdnîgariya herêmên me ye ku li hember terorê tê dikoşe û hewl dide wê tune bike. Êrişên li ser herêmên me yekitî û serdestiya Sûriyeyê dikin hedef.   Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên ji 12`yê Çileyê ve wiha ye:   73 caran êriş kirin    Ji 12´yê Çileyê heta amadekirina vê daxuyaniyê 73 caran êriş pêk anîne û wiha ne:   * Li gorî Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê, balafirên artêşa Tirk 7 caran êriş bir ser stasyon petrolê û di wan êrişan de 5 cih bombebaran kirin:   * Stasyona Siwêdiyê ya herêma Dêrikê bi zêdetirî 10 moşekên balafiran hate bombebarankirin, di encamê de zirarên mezin bi stasyonê bûn.   * Stasyona Udê ya petrolê ya li Tirbespiyê bi 3 moşekên balafiran hatin bombebarankirin.   * Stasyona Parzûngeha Tifle ya herêma Dirêkê bi 2 moşekên balafiran hate bombebarankirin, di encamê de zirarên mezin bi parzûngehê bûne û ji xizmetê derket.   * Parzûngeha Girê Berî yê li navçeya Tirbespiyê hate bombebarankirin, di encamê de zirarên mezin çêbûn.   * Depoyên çaksazkirina bîrên petrolê û stasyona kehrebeyê li bajarokên Rimêlanê li herêma Dêrikê hatin bombebarankirin.   Êriş birin ser îstasyonên kehrebeyê    Derbarê stasyon kehrebeyê de jî, li gorî Nivîsgeha Enerjiyê Artêşa Tirk 7 caran bombebaran kiriye.   Kobanê: Artêşa Tirk bi 2 moşekên balafiran stasyona kehrebeyê bombebaran kir, di encamê de kehrebe li ser bajêr û zêdetir 400 gundan qut bû.   Eyn Îsa: Di encama bombebaranê de kehrebe li ser navçeyê û zêdetirî 250 gundan qut bû.   Amûdê: Di encama bombebaranê de kehrebe li ser bajêr û 90 gundan qut bû.   Tirbespiyê: Di encama bombebaranê de kehrebe li ser bajêr û 190 gundan qut bû.   Qamişlo: Trans û stasyonên kehrebeyê hatin bombebarankirin, di encamê de kehrebe ji sedî 70 li ser bajêr û gundan qut bû.   Dirbêsiyê: Vê sibehê stasyona kehrebeyê hate bombebarankirin, di encamê de kehrebe li ser navçeyê û gundan qut bû.   Hêzên Ewlekariyê hatin bomberankirin   Li gorî daxuyaniyên Desteya Hundirîn, artêşa Tirk a dagirker 5 nuqteyên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran kirin; 3 nuqte li Cizîrê û 2 nuqte li Eyn Îsayê.   45 avahî hatin bombekirin   Artêşa Tirk di 48 saetên borî de 45 avahiyên xizmetguzariyê û malên welatiyan bombebaran kirin.   6 kes birîndar bûn    Li gorî daxuyaniyên Desteya Tenduristiyê, di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 6 welatî birîndar bûn; 2 li Amûdê û 4 jî li Dirbêsiyê.   Artêşa Tirk bi çekên giran gundewarên Til Temir, gundewarên Minbicê, kantona Şehbayê topbaran kirin, lê tu agahiyên der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.   Her wiha artêşa Tirk a dagirker vê sibehê 7 gundên navçeya Zirganê ya kantona Cizîrê topbaran kirin.   Em diyar dikin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên dijminane xwe nagihîne armancên xwe, ji ber vîn û biryardariya gelê me ku em hêza xwe ji wan digirin û têrê dike tevahî plan û siyasetên li dijî herêmên me têk bibin.   Em bang li gelê me yê berxwedêr bi tevahî pêkhateyên wî dikin ku di helwestên xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li dijî herêmên me de dewam bikin. Bersivdana gelê me bi rêya beşdarbûna wî di merasîmên şehîdan û daketina li qadan de li dijî êrişan, aşkera bû. Ji ber wê em bi hev re têkoşîn û berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker mezin bikin."