Gultan Kişanak: Hûn kîne ku hûn min darizînin? 2024-01-15 14:33:30   ENQERE - Siyasetmedara girtî Gultan Kişanak di rûniştina Doza Kobanê de axivî û got, "Hûn kîne ku hûn min darizînin?”   Rûniştina Doza Kobanê ya derbarê 108 kesan de hat vekirin û 18 siyasetmedarên kurd girtî jê tên darizandin, li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Siyasetmedarên girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bûn. Hevserokên Giştî ya Partiya Wekheviyê û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û her wiha nûnerên gelek rêxistinên hiqûqî û sivîl rûniştin şopandin.   Parêzer Cîhan Aydin, bal kişand ku ji bo Gultan Kişanak hin nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) kirine hincet û li dosyayê hatine zêde kirin û got, "Divê teqez bê lêkolînkirin bê ka ev nûçe bi rapora lêpirsînê ve girêdayî ye yan na. Her wiha em dixwazin ji Meclîsê bê pirsîn ka ji ber 8 nûçeyên ANF’ê yên li dosyayê hatine zêdekirin, derbarê muwekîla me de fezleke hatiye amadekirin an na.”   Gultan Kişanak ku ji Girtîgeha Kandirayê tevlî rûniştinê bû, bal kişand ku di dozê de 3 mijarên sereke hene û wiha got: "Yek pirsgirêka kurd e, ya duyemîn jî pirsgirêka azadiya jinê ye. Di vê rewşê de têkoşîna azadiyê ya jinê kirin mijara sûcê. Ya sêyemîn jî ev doz armanc dike ku siyaseta demokratîk ji holê rabike."   Gultan Kişanak wiha axivî: “Ti xebatek e min a ku ez nikaribim biparêzim tune ye. Weke jinek min rojek jî kesî teşwîqê sûcê nekiriye, ango fîskeyekê li kesî nexistiye. Hûn kîne ku hûn min darizînin?   Qanûn li holê ye. Dema herî zêde ya girtinê 7 sal e. We dema girtinê ya du mehan nivîsand û hewl da vê yekê vala derxin. Me bi belgeyan îspat kir. 'Ev 3 sal in hûn darizandinê dikin. Em dipirsin we kengî min xiste nava vê darizandinê?' Hûn nikarin bersiva vê jî bidin. Hûn jî baş dizanin, lê belê hûn hewl didin ji bo propogandaya reş a rejîma otorîter a AKP-MHP’ê qilifek hiqûqî peyda bikin. Hin derew hene ku li meydanên hilbijartinê kirine û hûn hewl didin jê re qilifek hiqûqî bibînin. Yanî tiştekî ku hûn nizanin tune ye. Bi zanabûn jî hûn vê binpêkirinê berdewam dikin. Ji bo ku em nebin alîgirê van kiryarên nehiqûqî em dijberiya xwe tînin ziman. Ez we red dikim. Ez bawer nakim ku hûn darizandineke adilane pêk bînin. Hûn wekî heyetek taybet hatine wezîfedar kirin, ev yek eşkereye.”   Ji bo rûniştinê navber hate dayîn.