Ji Nobeda Edaletê Bang 2024-01-15 14:18:33   AMED - Ji xizma girtiyan Aklîme Hanas a ku di Nobeda Edaletê de axivî got, "Ji 7 salî heta 70 salî banga me ji bo her kesî ye, divê em bên gel hev û dawî li tecrîdê bînin."   Nobeda Edaletê ya ku di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî " bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê hatibû destpêkirin, di roja 42'yemîn de li Rêxistina Navçeya Rezan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê)  dewam kir. Beşdarên Nobeda Edaletê pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser wan "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.   'Ji 7 salî  heta 70 salî banga me ji bo her kesî'   Ji Xizma girtiyan Aklîme Hanas di çalakiya nobetê de axivî û got, "Bila tecrîda li ser Rêberê me bê bidawîkirin û Rêberê me azad bibe. Ger azad bibe, tecrîd rabe wê tecrîda li hemû girtîgehan bi dawî bibe." Banga me ji bo ji 7 salî  heta 70 saliyan re ye, werin em mil bi mil tecrîdê bi dawî bikin. Werin em hemû bi hev re rabin ser piyan. Werin em li dijî vê tecrîdê bibin yek û vê tecrîdê bidwaî bikin. Ger rêberê me azad be em ê hemû azad bibin. Ger ew di tecrîdê de be, em hemû di bin tecrîdê de bin. Azadiya Rêberê me azadiya me hemûyan e. Her tişt di destê me de ye, serokê me got ku ew ê di nava hefteyekê de van pirsgirêkan çareser bike. Eger biaxive dê her tişt çareser bibe."   Çalakiya nobedê bi serdanan dewam kir.