Li navçeyên Wanê dengdayîn didome 2024-01-15 12:16:42   WAN – Li navçeyên Wanê ku pêşhilbijartin ji tûra duyem re ma, îro berdewam dike.      Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di 13 û 14’ê Çileyê de li gelek bajarên Serhedê pêşhilbijartinên ku hatin lidarxistin de ji tûra duyem re ma. Duh li gelek bajar û navçeyan delege di tûra duyem de çûn ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn. Li navçeyên Rêya Armûşê, Tûşba, Artemêt, Erdîş, Westan, Elbak, Şax, Serav û Ebex a Wanê ku duh tûra duyem a pêşhilbijartinê pêk hat de, namzetên herî zêde deng girtin hatin diyarkirin.   Di heman demê de li navçeyên Payîzava, Qelqelî û Bêgirî yê jî duh tûra yekem a pêşhilbijartinê hat kirin û ji ber bendava 50+1 derbas nekirin, hilbijartin ji tûra duyem re man.   Payîz Ava   Li navçeya Payîzava hilbijartina ku pêk hat de Mehmet Tahîr Ertaş 107 deng û Fesîh Sonmez jî 57 deng girt. Hilbijartin ku ji tûra duyem re ma, namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. Tûra duyem jî îro saet 12.00’an de dest pê kir û wê saet 17.00’an de bi dawî bibe. Piştî dawîbûna dengdanê wê jibartina dengan de kîjan namzet dengê herî zêde girtiye bê diyarkirin.   Qelqelî   Li navçeya Qelqelî jî di tûra yekem de Ecevît Ceylanci 86 deng, Yakûp Hakanoz jî 67 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma, nehat zanîn ku wê tûra duyem kengî bê kirin. Her wiha namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.     Bêgirî   Li navçeya Bêgiriyê jî tûra yekam a ku hat kirin de Bariş Yilmaz 39 deng, Hakan Çelîk 30 deng girt. Hilbijartin li vê derê ji tûra duyem re ma û duh bi şev tûra duyem jî pêk hat. Di tûra duyem de jî Bariş Yilmaz dengê herî zêde girt. Namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.