Li gelek bajaran tûra duyemîn a dengdayînê bi encam bû 2024-01-14 18:36:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdayîna pêşhilbijartinên DEM Partiyê li gelek bajaran didomin. Li hin deveran namzeta diyar bûn.    Dengdayîna pêşhilbijartinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran didomin. Li hin deveran namzeta diyar bûn.    Riha    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredarî, endamên meclisên şaredariyê û meclisa giştî ya bajar, li gelek bajaran pêşhilbijartin li dar xist. Li gelek bajaran dengdayîn didome. Li hinek bajaran kesên bi ser ketin diyar bûn.    Li navçeya Wêranşar a Rihayê duh dengdayîn hate kirin. Lê ji ber ku ji bernamzetan tu kesan jê rêjeya ji sedî 50 derbas nekirin, îro tura duyemîn hate lidarxistin. Dengdayîn, li Eywana Konferansan a Fethî Yildirim hat lidarxistin.    Ji bernamzetên jin Dîlan Dogan, bi leha Rûken Baran bernamzetiya xwe paşve kişand. Bi vê yekê re Rûken Baran bû namzeta hevşaredariyê. Di hilbijartina ji bo bernamzetên zilam Hidir Oktay û Fadil Mendanlioglû de jî 608 delegeyan dengên xwe dan. Mendanlioglû piraniya dengan wergirt. Mendanlioglû bernamzetên şaredariyê pîroz kir û got: “Em ê bi hev re bi ser kevin.”    Akdenîz   Tura duyemîn a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê li Eywana Dawetan a Şahê hat lidarxistin. 7 sindoq hatibûn danîn û 833 delegeyan dengê xwe dan. Ji bernamzetên zilam hoşyar Sariyildiz bi 417 dengan û ji bernamzetên jin Nûriye Arslan jî bi 510 dengan bi ser ket.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin di dema hejmartina dengan de axivî û wiha got: “Di dîroka Tirkiyeyê de em karekî pir binirx dikin ku ji bo hemû partiyan bibe mînak. Di vê mijarê de hemû encamên derdikevin holê pir biqîmet in.”    Giyadîn   Li navçeya Giyadîn a Agiriyê jî ji bo bernamzetan tura duyemîn a hilbijartinê hate lidarxistin. Di tura duyemîn de Adnan Dogan bi 107 dengan bi ser ket. Namzeta hevşaredariyê ya jin jî dê ji hêla komîsyona navendî ve bê hilbijartin.   Bazîd    Li Bazîdê jî di tûra duyem de Aygul Aşan û Kenan Alkan dengê herî zêde girt.   Kop   Li navçeya Kopê ya Mûşê di tûra duyem de Aryan Dogan û Arafat Kardagi hatin hilbijartin.    Tatos   Li navçeya Tatos a Erziromê jî di tûra duyan a hilbijartinê de Abdûrrahman Sever hat hilbijartin. Namzeta jin jî dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.    Mûş    Li navenda Mûşê jî di tûra duyem de Sirri Soylemez dengê herî zêde girt. Namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.     Milazgir   Li Milazgirê Gulîstan Ozel û Ahmet Kenan Turker dengê herî zêde girt.    Gimgim   Li Gimgimê Giyasettîn Aydemîr û Gulbahar Kaya hat hilbijartin.     Xinûs   Li navçeya Xinûsê jî Gursel Eren dengê herî zêde girt. Namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.    Gogsî   Li navçeya Gogsî jî di tûra duyem de Fûat Tûtkûn dengê herî zêde girt. Namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.     Qereçoban   Li navçeya Qereçobanê jî di tûra duyem de Kazim Erhan dengê herî zêde girt.     Dep   Li navçeya Dep a Xarpêtê jî di tûra duyan de Cabbar Ûgûr bi ser ket.    Colemêrg   Li navenda Colemêrgê di tûra duyan de Viyan Tekçe û Mehmet Siddik Akiş bi ser ket.    Şemzînan   Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê Nazdar Opengîn û Naîf Eroglu namzetên ku zêde deng girtin bûn.   Dêrik   Li navçeya Dêrk a Mêrdînê di tûra duyan de Cengîz Temellî bi ser ket. Duh jî ji bernamzetên jin Songul Ozbahçeçî bi ser ketibû.    Sêrt   Li navenda Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî bi ser ketin.    Misirc   Li navçeya Misirc a Sêrtê Sadiye Aktîn û Alî Riza Bîngol bi ser ketin. û   Agirî   Li navenda Agiriyê Memet Akkûş bi ser ket.    Panos   Li navçeya Panos a Agiriyê di tûra duyan de Rojbîn Kartal û Cabîr Tozûn bi ser ketin.    Îdir   Li navenda Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kûm bi ser ketin.    Tozan   Li navenda Tozan a Îdirê di tûra duyan de Yilmaz Korkûsûz bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.    Hezex   Li navçeya Hezexê di tûra duyan de Dogan Adibellî bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.   Norşîn   Li Norşînê di tûra duyem de Mehmet Şîrîn Oncu dengê herî zêde girt. Namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.     Xelat   Li Xelatê jî di tûra duyem de dengê herî zêde Erkan Akbûdak girt. Namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.    Xîzan   Li Xîzanê jî di tûra yekem de Kerem Ogur dengê herî zêde girt.   Wan    Li navçeya Rêya Armûşê di tûra duyem de Canan Ûzûnay û Cevdet Altindag dengên herê zêde girt.   Elbakê   Li navçeya Elbakê di tûra duyem de dengê herê zêde Şengul Polat û Fevzî Caner girt. Namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.    Westan   Li navçeya Westanê jî dengê herî zêde Bedrettîn Dînçer girt. Namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.     li navçeya Şaxê jî di beriya tûra duyem Alî Osman Baran ku ji hilbijartinê paşve vekişiya, hilbijartinê Reşat Eraslan qezenc kir. Namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.     Bêgiri   Li navçeya Bêgiriyê tûra yekam a ku hat kirin de Bariş Yilmaz 39 deng, Hakan Çelîk 30 deng girt. Hilbijartin li vê derê ji tûra duyem re ma û namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.     Tûşba   Li Tûşbayê jî di tûra duyem de dengê herî zêde Hanim Akkoş û Umît Keser girt.    Serav   Li navçeya Seravê jî di tûra yekemîn de Davût Acar 140 deng, Nîhat Yîgît 60 deng girt. DAvût Acar ji ber baraja 50+1 derbas kir namzetiyê qezenc kir. Namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.     Ercîşê   Li navçeya Ercîşê jî di tûra duyem de Guler Temel ve Baran Bînîcî bi dengên zêde hatin hilbijartin.    Qelqelî   Li navçeya Qelqelî jî di tûra yekem de Ecevît Ceylanci 86 deng, Yakûp Hakanoz jî 67 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma û namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.     Ebex   Li navçeya Ebexê jî di tûra yekem de Fettah Hasçelîk bi dengê zêde hat hilbijartin. Namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.     Ji ber li hin navçeyan hîn hilbijartin berdewam dike, namzetên Şaredariya Bajarên Mezin nehatin diyarkirin. Di tûra yekem de ji namzetên dengê herî zêde Neslîhan Şedal girt. Îro jî ji bo diyarkirina namzetên mêr di navbera Abdûllah Zeydan û Mûstafa Avci de hilbijartin hat kirin.      Rêya Armûşê   Li Rêya Armûşê piştî jibarstina dengan bi dawî bû, delegeyan govend gerand.   Payîz Ava   Li navçeya Payîz Ava ya Wanê jî hilbijartina ku pêk hat de Mehmet Tahîr Ertaş 107 deng û Fesîh Sonmez jî 57 deng girt. Hilbijartin ku ji tûra duyem re ma, namzeta ji wê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.   Artemêt    Li Artemêtê jî di tûra duyem de Rabîa Başak Koç 348 deng girt, Cemîl Komî jî 349 deng girt.   Çewlîg   Li Çewligê di tûra duyan de Aydin Bûrçîn bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.