Gulser Ozbay piştî 31 sal û 6 mehan li bajarê xwe hat pêşwazîkirin 2024-01-14 16:18:08   AGIRÎ - Gulser Ozbay ku piştî 31 sal û 6 mehan li bajarê xwe Bazîdê bi girseyî hat pêşwazîkirin, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehê û banga hestiyariyê kir.   Gulser Ozbay (68) ku piştî 31 sal û 6 mehan di 11’ê Çile de ji Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê hat berdan, li bajarê xwe navçeya Bazîd a Agirî bi girseyî hat pêşwazîkirin. Gulser a ku ji aliyê xizm û hevalên xwe ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin, ji bo hilbijartina hevşaredarên Bazîdê, li Salona Dawetê ya Mem û Zîn serdana hilbijartinên pêşwext ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) kir. Gulser a bi çepik, tilîlî û dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hat pêşwazîkirinwiha got: “Bi dehan girtî di girtîgehan de ne. Îradeyek mezin diyar heye. “Divê li girtîgehan li hemberî girtiyên nexweş hesasiyet hebe.   Piştî ku Gulserê bi çepik û tilîliyan hate şandin, delegeyên DEM Partiye ji bo hilbijartina pêşwext dengdana xwe berdewam kirin.