Hejmara 46'an a Kovara Jinê derket 2024-01-14 15:04:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 46'an a Kovara Jinê bi sernavê ‘Di rêveberiyên xwecihî de ceribandinên jinên Kurd’ derket pêşberî xwendevanên xwe.   Hejmara 46'an a Kovara Jinê  ku her hefte carekê li ser internetê tê weşandin derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovar di vê hejmara xwe  de bal kişandiye ser sîstema hevserokatiyê ku di rêveberiyên xwecihî de modela jina bi hêz û azad ku di cîhanê de yekem e. Ceribandinên jinan di siyaseta Kurdan de û êrîşên derbarê van ceribandinan de jî mijara sereke ya kovarê ye.   Yurdusev Ozsokmenler bi nivîsa xwe a bi sernavê ‘Dilê hilbijartinê di têkoşîna jinên Kurd de ye’ bi taybet bal kişandiye ser şaredariyan û sîstema hevserokatiyê, serkeftina jina azad di înşakirina rêveberiyên xwecihî de. Yusra Batihan di roportaja dayî de behsa ceribandina hevseroka berê ya şaredariya Derya sipî Yuksel Mutlu di qada şaredariyan de dike.   Ji hiqûqê heta îstihdama jinan   Oya Açan di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Ji bo wan mirin nîne!’ bal kişand ser têkoşîna jinan a li cihên cûda ên cîhanê di dozên wiha de pêşengtî kirine û mohra xwe lê dane. Semiha Ari jî bi nivîsa  bi sernavê ‘Weke polîtakayek a sistematik, îstihdama jinan dûemkirin’ îstihdama jinan a hatiye tengkirin wê çawa bi awayek plan û bername be, jin di jiyana kar de xistine plana herî dawî û hepskiriye li qadê diyar barê giran ê kar û keda wê tê xwarin girte dest.    Zelal Bilgin di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Koçberê xaka xwe’ bal kişand ser komkujiya Roboskî ku piranî zarok 34 mirovên hatin qetilkirin û di mejiyê Kurdan de qada têkoşînê nayê ji birkirin.   Sevcan Kadiroglu di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Hevserokatî û temsilyeta wekhev’ bal kişandiye ser şaredariyên jinan.