Li Serhedê tûra duyem a pêşhilbijartin dest pê kir 2024-01-14 12:06:12   WAN – Li navçeyên Rêya Armûşê, Tûşba, Elbak, û Artemêtê hilbijartinên ku hatin kirin, heta saetên derengê şevê jimartina dengan berdewam kir. Li bajarên Serhedê dê tûra duyem dest pê bike.   Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî), duh li bajarên Serhedê Wan, Colemêrg, Erzirom, Agirî, Îdir û Mûşê pêşhilbijartin li dar xist. Hilbijartinên ku pêk hatin de ji ber baraja 50+1 derbas nebû gelek bajar ji tûra duyem re ma. Li navçeyên Westan, Şax û Erdîşê hilbijartinên ku hatin kirin de ji tûra duyem re ma. Li navçeyên Rêya Armûşê, Tûşba, Elbak, û Artemêtê hilbijartinên ku hatin kirin, heta saetên derengê şevê jimartina dengan berdewam kir.   Ji tûra duyem re ma   Li Rêya Armûşê namzetên jin Rojbîn Bor 430 deng û Canan Ûzûnay 409 deng girt. Ji namzetên mêr Cevdet Altindag 321 deng û Şerîf Dûrmaz jî 249 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma.   Li Artemêtê jî duh hilbijartina ku hat kirin de heta saetên dereng jibartina dengan de ji namzetên jin Rabîa Başak Koç 163 deng û Ozlem Tûcî jî 144 deng girt. Ji namzetên mêr Cemîl Komî 199 deng û Tahsîn Tîmûr jî 106 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma.   Li Elbakê jîji namzetên jin Şengul Polat 155 deng û Gulîstan Bozkûrt jî 66 deng girt. Ji namzetên mêr Fevzî Caner 119 deng û Mehmet Salih Ozdemîr 68 deng girt. Ji ber barajê derbas nekir, ji tûra duyem re ma.   Li Tûşbayê jî hilbijartinê de ji namzetên jin Hanim Akkûş 220 deng û Serap Guvenç 80 deng girt. Namzetên mêr Umît Keser 140 deng û Servet Arslan jî 120 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma.   * Westan: Li navçeyê ku bi tenê namzetek heye, Bedrettîn Dînçer 35 deng, Rûknettîn Hakan 32 deng girt û hilbijartin ji tûra duyem re ma.    * Şax: Ji namzetên mêr Reşat Eraslan 107 deng, Alî Osman Baran jî 47 deng girt. Namzetên jin ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. Ji tûra duyem re ma.   * Erdîş: Di hilbijartinê de ji namzetên mêr Baran Bîlîcî 301 û Şakîr Asil 123 deng girt. Ji namzetên jin Guler Temel 191 û Menekşe Kizildere jî 176 deng girt û hilbijartin ji tûra duyem re ma.   Erzirom   Di heman demê de li navçeyên Xinûs, Gogsî, Qereçoban û Tatos a Erzirom hilbijartina ku pêk hat de ji tûra duyem re ma. Duh saetên şevê de tûra duyem jî pêk hat.   * Xinûs: Di tura duyem de Fesih Furat 24 deng ü ji jinan jî Gulser Eren 67 deng girtin. Pıştre Fesih Furat vekişiya û Gulser Erel wekî namzed hat diyarkırın.     * Gogsî: Di degndayînê de Fuat Tûtkûn 70 deng, Yilmaz Tûnç 57 deng wergirt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma. Hevşaredara jin ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin. Di tûra duyem de jî Fûat Tûtkûn 129 dengan wek namzet hat hilbijartin.   * Qereçoban: Li navçeyê di dengdayînê de Kazim Erhan 60 deng, hevşaredara niha Halît Ûvûn jî 45 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma. Hevşaredara jin jî wê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.   * Tatos: Di hilbijartinê de Abdûrrahman Sever 89 deng, Nîhat Tek 34 deng girt. Hevşaredara jin ji aliyê komîsyonê ve ku bê diyarkirin, hilbijartin ji tûra duyem re ma.   Mûş   * Navenda Mûşê:  Di hilbijartinê de Mehmet Sûat Ertûgrul 122 deng û Sirri Soylemez 204 deng girt. Namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin. Hilbijartin ji tûra duyem re ma.   * Kop: Li vê derê jî ji namzetên mêr Arafat Kardagi 89 deng û Abdullah Tokyay jî 80 deng girt. Ji namzetên jin Aryan Dogan jî bi 212 deng hat hilbijartin. Ji bo namzetê mêr bê diyarkirin hilbijartin ji tûra duyem re ma.   * Milazgir: Li vê derê jî ji endamên jin Gulîstan Ozel 217 deng û Sema Tekîn 168 deng girt. Ji namzetên mêr Ahmet Kenan Turker 236 deng û Îlhamî Eren jî 89 deng girt.   * Gimgim: Di hilbijartinê de Giyasettîn Aydemîr 233 deng û Gulbahar Kaya jî 118 deng girt û wek hevşaredar hatin hilbijartin.   Îdir   * Navenda Îdirê: Li Îdirê ji hevşaredarên mêr Mehmet Nûrî Guneş 177 deng, Mehmet Çîrka 70 deng û Huseyîn Akçîn 70 deng girt. Ji hevşaredarên jin Nejla Kûm 200 deng û Evîn Serhat jî 144 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma.    * Tozan: Di hilbijartinê de Mûstafa Maman 45 deng û Yilmaz Korkûsûz 43 deng girt. Hevşaredara jin ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin û ji tûra duyem re ma.   Agirî   * Navenda Agirî: Di hilbijartina hat kirin de Maşûk Arpaç 93 deng, Mehmet Akkûş 89 deng girt. Namzeta jin Hazal Aras jî dengê herî zêde ve 283 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma.   * Panos: Di hilbijartinê de herî zêde ji namzetên hevşaredarên jin Rojbîn Kartal 176 deng, Solmaz Ozlen 192 deng girt. Ji mêran jî  Mîr Bedîrhan Aras 113 deng, Cabîr Tozan 119 deng girt.   * Bazîd: Di hilbijartinê de namzetên jin Gonul Ozturk 140 deng û Aygul Aşan 134 deng girt. Ji namzetên mêr jî Kenan Alkan 227 deng û Nûrî Çelîk jî 148 deng girt. Hilbijartin ji tûra duyem re ma.   * Giyadîn: Li vê derê jî namzetên mêr de Adnan Dogan 74 deng û Evren Demîr 49 deng girt. Hevşaredara jin ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin û ji tûra duyem re ma.   Dengdayînê dewam kir   Li navçeyên ku ji tûra duyem re ma, îro jî dengdayîn berdewam dike. Li Wan û bajarên Serhedê yên ku tûra duyem dê saet 12.00’an de pêk bê. Bi tûra duyem re wê namzetên şaredariyê diyar bibin.