Konferansa TJA'yê bi atolyeyan dewam dike 2024-01-14 11:02:19   AMED - TJA'yê bi beşdariya jinên ji gelek welatan konferansa "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşîna Dîwarên Li Derdora Girtiyên Siyasî yên Jin" di roja duyemîn de bi atolyeyan dewam dike.   Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi şîara "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşîna Dîwarên Girtiyên Siyasî yên Jin" bi beşdariya jinên ji welatên cuda li Demîr Otelê hat lidarxistin, di roja duyemîn de bi atolyeyan berdewam dike.    Di beşa konferansa ku îro dewam dike de dê atoleye bi vî awayî bên lidarxistin:   *Bi moderatoriya rojnamevan Oznur Deger û Esra Çîftçî, "Di parastina girtiyên siyasî yên jin de rol û bandora çapemenıyê" bi sernavê "Medya û Çapemenî" dê bê nîqaşkirin.   * Di bin moderatoriya wênesaz Sevînç Altan û hunermend Fatoş Îrwen de, "Hêza hunerê ya ku têkoşîna girtiyên siyasî yên jin bi rêyên afirîner xuya dike" bi sernavê "Hêza Hunerê" dê bê nîqaşkirin.   * Di pêşengiya Parlamentera DEM Partıyö Çîçek Otlu û aktîvîsta TJA'yê Bedîa Akkaya de, "Rol û mîsyona siyasetmedaran a di parastina girtiyên siyasî yên jin de" wê bi sernavê "Mîsyona Siyaset" bê nîqaşkirin.   Pêşkêşkirina atolyeyan dê nê kirin.   Piştî komxebatan, dê di rûniştina duyemîn de encamên atolyeyê werin nîqaşkirin.    *Dr. Şehrzad Mocab wê bi sernavê "Ji diyalogê ber bi çalakiyê: Pêşxistina stratejiyên hevkariyê ji bo girtiyên siyasî yên jin û çêkirina planên berbiçav û bipîvan" axaftinekê bike.   * Siyasetmedar Hedıye Karaaslan dê wek axaftvan beşdarî forumê bibe.