Shaghayegh Noruzi: Li Îranê tapuya berxwedanê di destê jinan de ye 2024-01-14 09:05:16   Melek Avci   ENQERE - Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Noruzî da zanîn ku jin tevî hemû tundiyan çalakiya xwe didomînin û got: “Tapuya vê berxwedanê di destê jinan de ye. Teoriya vê protestoyê pêş ve dibe. Divê em bifikirin ku em vê hîn baştir çawa bikin. Divê em di civakê de vê bidin fêmkirin. Yekane riya destkeftiyê serkeftina têkbirina hikûmetê ye.”   Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didomin. Çalakî bê navber didomin û tundiya hikûmetê jî li hember jinan didome. Di hefteyên borî de parêzvana mafê jinan Roya Heshmatî bi hinceta di wêneyê ku serê wê vekirîbû parve kir 74 kampçî ceza lê hat birîn. Di 3’yê Çileyê de hat kamçîkirin û cezayê pere danê. Roya ji saziya mafê mirovan Hengaw re name nivîsî û got dema ew kamçî kirine wê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ berz kiriye. Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Noruzi geşedanên dawî ji ajansa me re nirxand.   *Protestoyên li Îranê tevî hemû qetilkirin û tundiyê didome. Geşedanên dawî çi ne?    Niha di tevgera tê jiyîn de kêmasiya organîzasyonê heye. Sendîka dixebitin, karkerên sendîkayê grevan dikin. Xwe rêxistin dikin. Daxwaznameyan dinivîsin. Sendîkayên mamosteyan tên gel hev. Li berxwe didin lê pêşengên berxwedanê jin in. Jin serîgirtinê red dikin, bêyî turban derdikevin kolanê. Vê aşkera dikin. Jin ji ber vê pêşengên berxwedanê ne. Roya yek ji vê mînakê ye. Hîna jî di daxwaza xwe de bi israr in. Lê êrîş dikin, wan digirin, tundiyê dikin. Hikûmet bi vê rêbazê êrîşê berxwedana jinan dike. Jin turbanê red dikin û çalakiyan dikin. Jin têkoşîna xwe didomînin. Nokteya ku serhildan hatiyê êdî bûye mijara ‘Jin jiyan azadî’. Di vî alî de hewl didin berxwedanê di hemû qada jiyanê de zindî bihêlin.   *Di rojên borî de tundiya li jinekê di rayagiştî de deng da. Roya Heshmatî ji ber serê xwe negirt hat kamçîkirin. Rewşa wê ya dawî çiye?   Roya yek ji jinên ku serîgirtin red dikir bû. Ewil girtin piştre cezayê kamçiyê danê. Seranserê girtinê ev ceza pêk anîn. Roya dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz dike û vê diparêze. Dema wê binçav dikin Roya serîgirtinê red dike. Daxwaza wan neanî cih. Bi dehan carî xwestine serê wê bigirin, tehdîd kirine lê wê qebûl nekiriye. Van rojan Roya bûye sembola berxwedana jinên Îranê. Rejîma Îranê navê wê bihîst pêşiya wê bernedan. Ji nêz ve dişopînin. Hikûmet Roya û jinên wek wê têdikoşin dişopîne. Dixwaze wan ji civakê îzole bikin û kes agahiyê ji wan negirin. Ji ber vê jî têkiliyê dibirin û bi vê kêmtir di bin zextan de dimînin. Serî li vê rê didin û jinan dikin bin kontrola xwe. Lê Roya ne jineke ku destûrê bide vê ye. Hîna jî nahêlin Royayê bi çapemeniyê re bikeve têkiliyê û peyamê bişîne. Ji ber peyamekê bişîne her kes dibihîze. Gelek mînakên wek Roya hene. Yek ji van nivîskar Sepîdeh Rashnu ye.   *Em her roj şahidiya têkoşînek nû dikin. Jin di têkoşînê de ne û dest ji jiyana xwe bernadin. Hûn vê hêzê çawa dinirxînin?    Ez aşkera dibêjim gava piştî tevgera ‘Jin jiyan azadî’ wê dîsa serhildanek mezin be. Em dipên. Ji bo serhildanek din em dikevin tevgerê û hemû kom, femînîst, karker, partî yên li Îranê û yên derveyê Îranê. Li dijî vê rejîma ku li hember me hemûyan e, em xwe bi rêxistin dikin û seferber dikin. Tundiya li ser civakê li holê ye. Îhtîmal mezin e ku protesto dîsa rû bidin. Em vê naxwazin em tundiyê naxwazin lê em dizanin ku ev tundî wê carê jinê dîsa biêşîne. Em ji tiştên hatine jiyîn vê dibînin. Mirov wê di demek nêz de dîsa li dijî hikûmetê bibin yek.   *Ligel jinan me mêr jî di protestoyan de dît. Lê mixabin mêran hinekî xwe vekişand û jinan têkoşîn meşand. Dikare tespîtek wisa bê kirin?   Rast e mêr tevli protestoyên Jîna Emînî bûn. Niha bi giştî jî tevli tevgerê dibin. Lê ev rastiyek e; Tapuya vê  berxwedanê di destê jinan de ye. Teoriya vê protestoyan pêş dixîne. Ev ji bo azadiya jiyanê ye. Divê em li vê baldar bin. Çalakî di destê jinan de ye û divê wisa bimîne. Di civakan de yên herî zêde ji şoreşan re pêşengiyê dikin bindest in. Gelek mînakên vê hene. Li aliyê din jî mêr tevli çalakiyan bûn lê di dema çalakiyan de hinek din di alî fêmkirina çi dibe de dibin xwedî tecrube. Di alî azadiyê de fikra wan a ku çima girîngiyê didin vê zêde tune ye. Lê divê ji bo azadiya komên bindest têkoşîn bê dayîn.   *Çareserî çiye, her roj li kolanan bi tundiyê çalakiyên jinan tên çewisandin. Divê çi bê kirin, çawa tevbigerin?   Em gelek kêfxweş in ku civaka Îranê ya di bin zextê de di bin dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ de hatiye gel hev. Ev serkeftin bû. Lê em vê jî dibêjin; divê hêj çi bê kirin û civak çawa baştir vê fêm bike. Divê em li vê baldar bin. Di bin rayeya hikûmeta Îslamî siyasî de çi dibe, komên kêmar çi dijî, ji bo hemû civakan têkoşîn çima girîng e. Divê ev pirsgirêk bên zelalkirin. Yekane riya destkeftiyê têkbirina hikûmetê ye. Divê di mijara wekheviya zayendî û wekheviyê de mêr bên perwerdekirin û bibin xwedî hişmendî. Divê em bi komên jinan ên etnîk re bên gel hev û ji bo vê dem û enerjî bê xerckirin. Wisa be wê li ser civakê bandoreke hîn xurtir bê afirandin.