Nobeta Edaletê ya li Edeneyê di roja 41'ê de dewam kir 2024-01-13 16:54:18   EDENE - Nobeta Edaletê ya li Edeneyê bi serdanan di roja 41'ê de dewam kir.    Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 41'ê de berdewam kir.    Serdanên piştevaniyê yên ji bo çalakiya nobetê dewam dikin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hat kirin.